Tecrîd li Torîno hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Torîno yê Îtalyayê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de piştgirî ji Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven re hate dayin.

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Ewropayê bi çalakiyan tê şermezarkirin.

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, ji bo destekkirina Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. Îtalyan jî tevlî çalakiyê bûn û li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Lîbero per Ocalan" hatin qîrîn.