Tecrîd li Munster, Parîs û Londonê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Munsterê, li paytexta Fransa Parîsê û li paytexta Îngilîstan Londonê bi meş û çalakiyên cuda hat şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 24 avrêlê 2016, 08:34
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Munsterê, li paytexta Fransa Parîsê û li paytexta Îngilîstan Londonê bi meş û çalakiyên cuda hat şermezarkirin.
MUNSTER
Meşa ji aliyê Ciwanên Azad Munsterê ve hat organîzekirin û komeleya Odakê piştgirî dayê, bi beşdariya 200 kesî pêk hat. Meşê bi şiyara "Tecrîd wê bê şikandin, hûn nikarin gelê Kurd tine bikin" ji ber Stasyona Trenê ya Navendî destpê kir. Di axaftinên dema meşê de bêdengiya raya giştî ya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê hat şermezarkirin.
Girseya gel piştî meşê li ber Rathaûsê mîtîngek lidar xist. Hevseroka Ciwanên Azad Munsterê Şîlan Akbaş li vir axivî û got, "Li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo û li dijî ragirtina 7 hevrêyên me yên li girtîgehên Elmanyayê, em îro li vir in. Em ê li dijî biratiya AKP û DAIŞ'ê serî rakin."
Çalakger piştî meşê ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiya. Çalakî bi daxuyanî û axaftinên li vê derê bi dawî bû.
PARÎS
Endamên rêxistina Ciwanên Azad li paytexta Fransa Parîsê piştgirî dan ciwanên Fransayê yên li Parîsê çalakî lidar xistin. Ciwanan di vê çalakiyê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armanca şermezarkirina êrîşên li Kurdistanê stant vekirin.
LONDON
Li paytexta Îngilîstan Londonê jî ciwanan kon vedan. Ciwanan bang li her kesî kir ku li dijî faşîzma AP'ê û hêzên destekê didin wê, çalakiyan lidar bixin. Çalakî wê îro saet di 17:00 de bi mîtîngekê bi dawî bibe.