Tecrîd li Creîlê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Creîl ê Fransayê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin.

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tê şermezarkirin.

Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li bajarê Creîl ê Fransayê meş û mîtîngek bi vê armancê hate lidarxistin.

Girseya gel saet 13'an li ber Şaredariya Creîlê li hev civiya û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Kujer Erdogan", "Azadî ji Ocalan re", "Rejîma Tirkiyeyê faşîst e" meşiya.

Di meşê de li ser tecrîdê belavok hatin belavkirin. Piştre li ber gara trenê ya bajarê Creîlê mîtîngek hate organîzekrin.