Tecrîd bi mîtîngekê li Gîessenê hate protestokirin

Di Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Gîessen a Elmayayê ji aliyê Komîteya Piştgiriya Efrînê ve ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin de mîtîngek hate kirin.

Çalakiya ku gelek Kurdistanî û Elmanî tevlî bûn, li Berlîner Platezê pêk hat. Di mîtîngê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gîessenê Yakûp Avci, li ser navê Yekîtiya Sûryaniyên Ewropa (ESU) Romel Mîchel, Li ser navê Partiya Lenînîst Marksîst a Elmanya (MLPD) berdevka Saziya Ciwanên Gîessen REBELL Wenja Lange û li ser navê Partiya Komînîst a Elmanya (DKP) Raîner Brabowskî axaftin hatin kirin.

Qisekeran da xiyakirin ku divê bi lezgîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, bal kişandin ku divê dewleta Tirk dawî li zext û êşkenceyên li girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê bîne. Her wiha qisekeran qedexeya Elmanya ya PKK’ê jî vegotin.

Di aktivîteyê de bi zimanê Kurdî, Suryanî û Elmanî dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Piştgiriya Navneteweyî’ qîr kirin.