Tê gotin DAIŞ'ê li Minbicê 50 welatiyên Kurd revand
Tê gotin DAIŞ'ê li Minbicê 50 welatiyên Kurd revand
Tê gotin DAIŞ'ê li Minbicê 50 welatiyên Kurd revand
Hat ragihandin ku komên DAIŞ'ê îro li bajarê Minbicê yê girêdayî Helebê 50 welatiyên Kurd revandiye.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyan DAIŞ'ê îro bêyî tu hincet û tewanbariyekê nîşan bide 50 welatiyên Kurd ji taxên cuda yên ji bajarê Minbicê yê bakurê Helebê revandin.
Çavkaniyan ji rojnameya El-Qudis Elerebî re diyar kirin ku ev gav di çarçoveya qirkirina Kurdên bajarê Minbicê bi hinceta piştgiriya hin hêzên çep û sekina bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re tê kirin.
Heman çavkaniyan tekez kirin ku DAIŞ'ê malên welatiyên revandî yên nêzî Çerxereya El-Cezîra talan kirine. Çeteyan madeyên firoşgeh û dikanên welatiyên revandî jî dizîn û hemû alavên çandiniyê û jenatorên ceyranê ji xwe re birin.
Hêjayî gotinê ye, ji ber zext û zordariya DAIŞ'ê ya li Minbicê hejmareke zêde Kurdên li herêmê koçî Kobanê kirine.