TDÎ: Ferzkirina kincê ji yek tîpî, êrîşa ji bo teslîmgirtinê ye

Zexta AKP'ê ya ji bo lixwekirina 'kincê ji yek tîpî' ku bi biryarnameyê li ser girtiyan ferz dike, rê li ber nerazîbûnan vekir. Însiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan re daxuyaniyek da û got, "Em amade ne wî kincî biçirînin."

Însiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan re (TDÎ) li ser zexta AKP'ê ku "lixwekirina kincê ji yek tîpî" li ser girtiyan ferz dike, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî ya TDÎ de hat gotin, "Em amade ne û bi biryar in ku wî kincê ji yek tîpî yê dixwazin li me bikin biçirînin" û hat destnîşankirin ku wê destûrê nedin vê ferzkirin û zextê.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku zexta lixwekirina kincê ji yek tîpî, êrîşek ji bo teslîmgirtina girtiyane û hat gotin, "Girtiyên şoreşger gelek caran dan xuyakirin ku ew amade ne wî kincî biçirînin û di vê oxirê de têbikoşin. Em jî amade ne li dora têkoşîna girtiyên şoreşger li hev bicivin.

Em ê nehêlin ku kincê ji yek tîpî li zarokên me, ewladên me, dayik û bavên me, li hevrêyên me were kirin."