TCŞ û TEKO-JIN: Em tevlî pêngavê dibin, banga seferberiyê dikin

TCŞ'ê û TEKO-JIN'ê pêngava KCK'ê ya bi sirûda, ''Ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re Bes e; Dema Pêkanîna Azadiyê Ye' silav kir û bang li ciwanan kir ku bibin pêşengên serhildanan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) bi daxuyaniyeke niviskî pêngava bi navê, ''Ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re Bes e; Dema Pêkanîna Azadiyê Ye'' ku KCK'ê bi armanca azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin silav kir.

'EM TEVLÎ PÊNGAVÊ DIBIN, BANGA SEFERBERIYÊ LI CIWANAN DIKIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JIN pêngava bi rihê berxwedana Heftanînê, bi sirûda, ''Ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re Bes e; Dema Pêkanîna Azadiyê Ye'' dest pê kiriye silav dikin û diyar dikin em ê tevlî vê pêngavê bibin ku ev pêngav wê li dora Rêber Apo bibe xeleke ji êgir. Em bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropa û ciwanên şoreşger dikin ku seferber bibin. Her ciwanenekî Kurdistanê bêyî ku pirsek di serê wan de hebe divê bênavber tevlî vê banga 'seferberiyê' bibe, li dijî mêtingeriya har a TC'ê, welatê xwe, xaka xwe, gel û Rêbertiya xwe bi rengekî aktîv biparêze. Ciwan bêyî ku ji deverekê li benda ferman, daxuyanî, bendewariyê bimîne, bi dest xwe re serhildanan bide destpêkirin. Her ciwanê Kurdistanê divê bi xwe bawer be û tevbigere. Ezmûna bi salan a ciwanên Kurdistanê heye.

Di daxuyaniyê bi berdewamî hate gotin mêtingeriya Tirk a harbûyî bi rengekî hovane êrîşê tîne ser destkeftiyên ku bi keda bi hezaran şehîd ava bûye, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pergala tecrîdê datîne û bi vî rengî tecrîdê li ser tevahiya gel datîne, jiyaneke bêyî Rêberê Gelê Kurd Ocalan li gel û hêzên şoreşger ferz dike.

TCŞ'ê û TEKO-JIN'ê bi berdewamî got faşîzma AKP-MHP'ê ji bo ku welatê me û destkeftiyên şoreşê dagir bike û talan bike bi her tiştê xwe seferber bûye, bi 'agir dilîze' û got,''Wekî em agir in, wekî ku agir bi me sembolîze bûye, wê demê li her qadê divê em vî agirî geş bikin. Ev agir wê me berz bike, faşîzmê bike xwelî.''

'EM AGIRÊ SERHILDANÊ GEŞ BIKIN'

TCŞ'ê û TEKO-JIN'ê bang li ciwanan kir û got, ''Em banga li hemû ciwanên Kurdistanê dikin. Her kes li cihê ku lê ye divê tevbigere. Ciwanên Kurdistanê jiyaneke bêyî Rêbertî yek deqeyê jî qebûl nake. Bi hişmendiya, ''nêzîkatiyên bimetirsî, dudilî wê bi me bidin windakirin' çi dibe bila bibe, bi baweriya ku çi dibe bila bibe serkeftin wê bi me were, em li qadan, bajaran, tanxan û kuçeyan agirê serhildanê pêxin. Divê her kes baş zanibe, li her deverê serhildanê hevdemî dest pê bikin ev ê bibe darbeya mezin li dijimn. Ti qad ji qadeke dî divê li bendê nemîne, her qad divê pêşengiyê ji qadên din re bike. Ên ku pêşî serhildan destpêkirin wê bibin pêşengên qadên din. ''

TCŞ'ê û TEKO-JIN'ê diyar kirin ku ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin û gotin, ''Em fedaiyên Rêber Apo, tecrîda li ser Rêbertî qebûl nakin. Em bang li ciwanên Kurdistanê û cîhanê dikin ku li Rêbertiya xwe xwedî derkevin. Roja roja wê ye ku li dora Rêbertî xeleke ji êgir were çêkirin û em bi hişk xwe bi Rêbertiya xwe bigirin.''

TCŞ û TEKO-JIN'ê got, ''Roja roja wê ye ku em layiqî Rêbertiya xwe û şehîdên xwe bin. Roj, berdêla xwe çi dibe bila bibe roja serkeftinê ye.

Bi vê çarçoweyê di serî ciwanên Bakurê Kurdistanê û yên ku li Tirkiyê dijîn em bang li ciwanên şoreşger ên welatparêz ên Başûr, Rojava, Rojhilatê Kurdistanê dikin ku li meydanên şer li berpirsyariyên xwe yên dîrokî xwedî derkevin, li cihê ku lê ne, li ser zemîna xweparastinê berxwedana ku tê kirin bi rihê serhildanê geş bikin û her qada lê ne bi ruhê Heftanînê bikin qadên çalakiyên mezin, her wiha em bang li ciwanên Kurdistanê yên derveyî welêt û ciwanên demokratîk, sosyalîst û enternasyonalîst dikin ku li dijî dewleta Tirk a faşîst a çete têkoşîna ku tê dayin geş bikin.''