TBB: Divê qeyûm demildest dest ji biryara xwe berde

TBB’ê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û xwest ku rêz nîşanî mafê hilbijartin û bijartinê bê dayîn û hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî dîsa vegere ser wezîfeya xwe.

YEKITIYA BAROYAN A TIRKIYEYÊ (TBB)

Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) têkildarî binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Bingeha demokrasiyê ew e ku rêz ji mafê bijartin û hilbijartinê re bê girtin” de binçavkirina Akiş û tayînkirina qeyûm hat bibîrxistin.

Yekitiya Baroyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind dosyeya esasiye ya 2014’an ji bo mafê bijartinê wek asteng nedîtiye û piştre jî dosye ji bo serokatiya şaredariyê nebûye asteng û wiha hat gotin: “Bêyî ku tiştek bê lêkolînkirin, serokşaredar ji wezîfeyê girtin, tê wateya destwerdana bêpîvan a li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ya ku bingeha demokrasiyê ye.”

Yekitiya Baroyan diyar kir ku bi tayînkirina walî re îradeya gel-hilbijêran li ber çavan nehatiye girtin û li şûna walî bê tayînkirin meclisa şaredariyê dikaribû encûmenek ji nava xwe bijarta.

Yekitiya Baroyan da zanîn ku divê Wezareta Navxweyî dest ji biryara ku girtiye berde û serokê şaredariyê li wezîfeya xwe bê vegerandin û divê dest ji sepanên ku tê wateya destwerdana li dijî mafê bijartin û hilbijartinê bê berdan.