Taylan Ozgur Kahraman hate bîranîn
Şehîd taylan Ozgur Kahraman li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê hate bîranîn. Bîranîn li nêzî LVR Klînîkûmê ya li Beîhardter Hohenwegê pêk hat.
Şehîd taylan Ozgur Kahraman li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê hate bîranîn. Bîranîn li nêzî LVR Klînîkûmê ya li Beîhardter Hohenwegê pêk hat.
Di merasîmê de find hatin vêxistin û cihê bîranînê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û kulîlkan hate xemilandin.
Dayika Taylan Ozgur Kahraman Şengê Kahraman li merasîma bîranînê axivî û got, "Ez, hevala Delal Amed, hevala Azê, hevala Hêlîn û di şexsê wan de hemû şehîdên me bi bîr tînim."
Dayika Lewcan Mûnzûr ê ku sala 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû Ayten Sunger jî got, "Hezkirin çi ye? Xwedîderketin e, ked e, xurtkirin e. Eger em bi vî rengî nêzî têkoşînê bibin, wê çaxê hezkirina me ya şehîdan wê rastî be."
Bavê Taylan Ozgur Kahraman Ozan Comert jî anî ziman ku her sal îro ew li vê qada daristanî merasîma bîranînê dikin.
Ozan Comert got, "Her roj, her saetê em bi êşa şehîdên xwe diêşin. Dema ku me şehîdê xwe yê destpêkê da, welat hemû giriya... Ew Kurdistanê, Rojhilata Navîn ronî dikin. Bûn ronahiya Serok Apo. Bûn pêşengên demokrasiyê. Li pêşberî hemû şehîdên me bejna xwe bi rêzdarî ditewînim."
Bi navê Tevgera Jinên Kurd jî axaftin hate kirin û hat gotin, "Tevgera me tevgereke şehîdan e. Li ku dibe bila bibe, şehîdên me me digihînin hev. Em li Ewropayê ya jî devereke din a cîhanê jî bin, bi saya şehîdên xwe em li hev dicivin. Hevalê Taylan li Ewropayê di dema komploya dijî Rêbertî de bedena xwe da ber agir. Ewladên gelê me yê cefakar, wê wextê bi bedena xwe ya ji agir xelekek çêkirin. Em soz didin ku em ê hêjayî şehîdên xwe bin û xwedî li doza wan derkevin."
Piştî axaftinê û bîranînê, Dayika Şengê parî belav kir. Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.