Taxên Nebî Şît û Elakîdatî yên Mûsilê hatin rizgarkirin
Fermandariya Operasyona 'Va Em Hatin Ey Nînawa' ragihand ku taxên Nebî Şît û Elakîdatî yên Mûsilê ji çeteyan hatine rizgarkirin.
Fermandariya Operasyona 'Va Em Hatin Ey Nînawa' ragihand ku taxên Nebî Şît û Elakîdatî yên Mûsilê ji çeteyan hatine rizgarkirin.
Opserasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê didome. Fermandariya Operasyona 'Va Em Hatin Ey Nînowa' bi daxuyaniyekê ragihand ku taxên Nebî Şît û Elakîdatî yên Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.
Di daxuyaniya Fermandariya Operasyonê de wiha tê gotin:"Hêzên polîs herdu taxên Nebî Şît û Elakîdatî rizgar kirine û niha jî ala Iraqê li ser avahiyên vê taxê danîne. Di rizgarkirina van herdu taxan de 4 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Her wiha gelek çek hatin desteserkirin. Li gundê Dirnac ê rojavayê Mûsilê jî 2 wesayitên bombebarkirî hatine rûxandin."