Tam bû 150 roj

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe ev 150 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Aktivîsta TJA'yê Aliye Tok ku li cem Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dimîne got, ''Divê mirov navê vê berxwdanê ku ji 8'ê Mijdarê ve dest pê kiriye, bike ''Leyla''. Divê em wê rojê wiha pênase bikin.''

Aktivîsta TJA'yê Aliye Tok ku beriya bi demeke kurt ji Girtîgeha Amedê derketî ev nêzî 20 rojan  e li cem Leyla Guven disekine û şahidiyê ji berxwedana dîrokî re dike. Tok behsa hêlên berxwedanê yên li girtîgehê û derve kir.

Tok ji bo ku şahidiyê ji vê berxwedanê re bike û ji bo ku li cem Guven be çawa ku ji girtîgehê dertê diçe mala Guven. Tok dibêje beriya ku biçe ti deverê hema di cih de diçe mala Guven . Tok hîs û ramanên ku şahidbûna ji vê berxwedanê re par ve kir.

BERXWEDANA DÎROKÎ YA ZINDANA AMEDÊ

Tok diyar dike ku beriya niha jî Guven nas dikir, ji ber dema ku li Zindana Amedê bi hev re bûne ev hevnasîna wan geştir dibe û dema ku Guven biryar li ser greva birçîbûnê daye haya kesî ji vê nebûye. Tok dibêje, ''Têkilî vê mijarê ne nîqaşek kir û ne jî îşaret da ku em jê bikevin şikê. Piştre em hîn bûn ku bi mehan li ser çalakiya xwe fikiriye. Li vir divê em balê bikişînin ser giringiya Zindana Amedê. Zinda hem bi berxwedana xwe û hem jî bi  hovîtiya ku li wir hatiye jiyîn dîrokîtiya xwe diparêze. Ev dîrok ez dibêjim li ser biryara Heva Leyla bandor kiriye. Ji ber ku hêz û baweriyeke mezin daye. Em dikarin bibêjin kesayatiyên dîrokî yên mîna Sakîne Cansiz, Hayrî Durmuş û Alî Çîçek di çalakiya Leyla Guven de xwedî ristekî mezin in.''

LEYLA GUVEN MÎNA XEYRÎ LI DADGEHÊ BIRYAR RAGIHAND

Tok bi berdewamî bal kişande ser rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmeha 1982'an a Zindana Amedê ku yek ji qedroyê  pêşeng ê damezirîner ê PKK'ê  Mehmet Hayrî Durmuş li hêwana dadgehê ragihandibû ku wê dest bi çalakiyê bike û got, ''Leyla Guven jî biryara çalakiyê li dadgehê ragihand. Xeyrî di dîroka me ya îro de bi zindî berdewam dike.''

PLANSAZIYA HER TIŞTÎ KIRIYE

Tok bi berdewamî got Guven her tişt berê heta bi kitekitî fikirîbû û plansaziya wê kiribû, biryar dabû ku bi kelepçeyê tevlî dadgehê nebe, ji bo vê jî, ji bo ku bi SEGBÎS'ê tevlê bibe daxwazname daye û dawiyê jî biryara xwe bi SEGBÎS'ê da. Tok bi berdewamî dibêje, dema ku vegeriyaye koxûşê û rewş ji wan re gotiye wê demê ew li Mazlûm Dogan fikiriye û Xeyrî Durmuş û hovîtiya ku ew jiyane bi bîra wan hatiye û got, ''Divê em navê vê berxwedanê ku 8'ê Mijdarê dest pê kiriye 'Leyla' deynin. Divê ew roj wiha were pênasekirin.''

TIŞTEKÎ JI BO XWE NAXWAZE

Tok ji ber ku wê Leyla Guven nas kiriye û li eynî zindanê pê re maye xwe pir bisiûd dibîne û got, dema ku biryar li ser vê çalakiyê da tiştek ji bo xwe nexwestibû, dawiya dawî parlamentera partiyeke siyasî ye û dikarîbû ji bo xwe tiştekî bixwaze lê Guven ev nekiriye û domand, ''Bi temamî ji bo ku tecrîda li ser Rêzdar Abdullah Ocalan rabe dest bi vê çalakiyê kir. Vê bandoreke mezin li ser min kir. Vê rewşê kelecaniya min û bawreriya min xurt kir. Nêzîkatiya wê ya li bara jinê zêdetir ez ber bi xwe ve kişandim. Em çawaw ku Sakîneyan ji bo xwe mînak dibînin, em Leyla Guven jî bi wê  astê mînak dibînin. Wiha bi çend deqeyan nayê vegotin. Ji bo vegotina wê saet, roj hewce ne.''

REWŞA TENDIRISTIYA WÊ XIRAB E LÊ BIRYARA WÊ ZELAL E

Tok bi domdarî got rewşa Guven a tendiristiyê jixwe ne baş e, ji ber sedema ku kêm radize têr xew nabe, rajena wê tim bi pirsgirêk e û bêyî alîkariya wan nikare rabe, pêdiviyên xwe yên rojane bi alîkariya wan bi cih tîne.

Tok got têkilî tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê ew nîqaşan dikin, biryardariya Guven zelal e û heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ranebe ew ê çalakiya xwe neqedîne. Tok got, ''Hiş û aqilê wê tim ser li grevên birçîbûnê yên li zindanan û li derve ye lê xwedî biryardarî û baweriyeke mezin e.''