Talabanî: Li dijî dijminên Kurdan pêwîstiya me bi yekîtiyê heye
Qubad Talabanî, têkildarî êrîşa li ser Şengalê li ser hesabê xwe yê tora civakî wiha got: “Ji şer zêdetir, ji her tiştî legîntir pêwîsiya me bi yekîtiyê heye.”
Qubad Talabanî, têkildarî êrîşa li ser Şengalê li ser hesabê xwe yê tora civakî wiha got: “Ji şer zêdetir, ji her tiştî legîntir pêwîsiya me bi yekîtiyê heye.”
Cigirê Serokê Hikûmeta Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Qubad Talabanî daxuyaniyek da, anî ziman ku êrîşa li ser Şengalê rewşekî pir xemgîn e.
Qûbad di daxuyaniya xwe ya li ser tora civakî de wiha got: “Çavê xwişk û birayên me yên Êzidî li me bûn ku em birînên wan bipêçin ne ku em cesaret bikin ku lûleyên çekên xwe bidin hevdû. Ya ku li Şengalê pêk hatî ez ji dilnexweş kirim. Divê wisa em zû ji bîr nekin ku duh bû şervanan Şengal, Mexmûr û Kerkûk diparastin û pêşmergeyan jî li Kobanê singa xwe dan ber guleyan. Niha ji her tiştî legîntir pêwîsiya me bi yekîtiyê heye.”