TAK: Em ê bi çalakiyên xwe rengê dîrokê biguherînin

Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) ragihand, di dema pêş de wê hemû bajar û metropolên Tirkiyeyê bibin qada şer.

Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK), di malpera xwe ya înternetê de daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, ku ew ê bi çalakiyên xwe rengê dîrokê biguherînin.

TAK'ê diyar kir, dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dest bi şerekî bê eman kiriye û destnîşan kir, ku ew ê jî li TC neyê rehmê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em kes û hêzên ku Tirkiyeyê ji bo razemenî û tûrîzmê weke welatekî ewle dibînin hişyar dikin; Hemû bajar, megapol, metropol û herêmên tûrîstîk ên TC ji bo me qada şer in û em ê çalakiyên xwe ji yên berê zêdetir lidar bixin."

Daxuyaniya TAK'ê wiha ye:

"Şerê me ku bi îrade, wêrekî û hêrsê dimeşînin, di fermandariya manewî ya şehîdên me yên fedayî de, bi gavên ji xwe bawer ber bi serketinê ve diçe.

TC a faşîst mêtînger, ku ji bilî komkujiyê polîtîkayeke xwe ya din têkildarî Kurdistanê û gelê Kurd ê ji bo azadiyê li ber xwe dide nîne, jê heye ku bi zêdekirina êrîşan dikare xwe ji vê rewşa tengav rizgar bike. Bêguman di dawiya vê xefletê de wê li nava vê tengaviyê bifetise. Ne hevalbendiya qirêj a li qadên herêmî û navneteweyî, ne bikaranîn xayinan, ne hevkariya bi hêzên xiyanetê û ne jî bi çeteyên xwe yên xwecihî û derve, wê nikaribe pêşî li vê encamê bigirin.

Gelê Kurd, ku di her serdema dîrokê de li ber xwe daye, li pêşberî van êrîşan jî sekna pêwîst nîşan daye û îspat kiriye ku di vê seknê de wê bi israr be.

Di hemû serdeman de faşîzm û mêtîngerî ji aliyê terora xwe ve hatine qedandin. Encamên ku dijmin dixwaze bi êrîşên xwe bi dest bixe, ji niha ve berevajî bûne û lê vegeriyane. Qedera Erdogan û çeteya wî jî ev e. Hesabên şaş wê li bin guhê dîwarê têkoşîna me bikevin û her tim li wan vegerin.

Yên ku ji wan heye, bi rêbazên kart dikarin dawî li doza azadiyê ya gelekî bînin, di nava xefletê de ne. Ev kes û hêzên di nava xefletê de ne, bi TC'ê re hevkariya siyasî, aborî û leşkerî dikin. Serdestên Tirk, ku ti nirxekî xwe yê moralê yê siyasî nîne, bi kompleks in û ji bilî hêza xwe ya tund tiştekî xwe nemane, her ku dikevin nava kiryarên li derveyî mirovahiyê, ev yek ji bo dibe sedema têkoşînê.

Divê cîhan tev zanibe, ku TC; dijminê me ye, ku me sond xwarine em ê bi kiryarên wê yên heta niha kiriye, wê biqedîne. Şerê li Kurdistanê li dijî gelê me dimeşîne, ji bo me sedema tolhildan û çalakiyê ye.

EM Ê HESAB BIPIRSIN

Em ê hesab ji wan bipirsin ku komkujî, êşkence, mişextî, şewitandin, kavilkirina qad û mekanên me yên jiyana dîrokî ya li ser gelê me ji xwe re rewa dibînin. Em kes û hêzên ku Tirkiyeyê ji bo razemenî û tûrîzmê weke welatekî ewle dibînin hişyar dikin; Hemû bajar, megapol, metropol û herêmên tûrîstîk ên TC ji bo me qada şer in û em ê çalakiyên xwe ji yên berê zêdetir lidar bixin.

Biryara şer hatiye dayin û artêşa fedayî ya şer hatiye avakirin. Navê vê artêşê Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê ye( TAK).  Di vî şerî de ku em li hewcehiyan fikirî ne û  me daye ber çav, me heta niha derbên giran li TC’ê xistin. Heta niha yên ku me kirine asta destpêkê ne.

WÊ DILÊ ME NEŞEWITE

Dozaja dilpêneşewitîne ya vî şerî li gorî êrîşên li ser gelê me diyar bûn. Dilê me jî wê bi kesî neşewite. Bi dilsoziya herî qeyîm a bi vê biryarê em ê bi ser dijmin de biçin. Em bazên azadiyê ku bi vîna xwe ya berz û giyanê xwe yê tolhildêr şer dikin, em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Ên ku hêz û qiwetê didine me û dikin ku em bi kelecanî û azweriyê şer bikin, gelê me yê berxwedêr û wêrek û şehîdên me yên leheng in.

Bi baweriya mezin a bi Kurdistana Azad û Serok, em Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê ku hemû hebûna xwe li ser wê kiriye ku hesab ji faşîzmê bipirse, ji bo serfiraziya mezin wê êrîşên me yên çalakiyê yên bi rengê bersivdayinê berdewam bikin.

EM LI SERFIRAZIYÊ ASÊ BÛNE

Em li armanca xwe, li serfiraziyê asê bûne. Em ê heqê wan çekan ên ku bi keda pîroz a gelê me, ku  me hilgirtine bidin û em ê li Kurdistanê faşîzmê û barbariyê ji qurm ve biqelînin. Em ê agirê dojehê di bajarê wan de geş bikin, bi çalakiyên xwe yên êrîşê ku rengê dîrokê diguherînin û wê biguherînin, em ê dijmin bi çarenûsa wê ya têkçûyî re hevrû bikin.

Li ser vê zemînê em bang li keç û xortên Kurd ên leheng dikin; di vî şerê tolhildanê de, di vê têkoşîna rûmetê de cihê xwe bigirin."