Tabûra Nûbar Ozanyan a Ermen: TC li pey xeyalên Osmanî ye

Tabûra Nûbar Ozanyan a Ermen got, ''TC dijminatiya li Ermenan û xeyalên Osmanî didomîne. Li pişt êrîşên Azerbaycanê rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê heye.''

Di daxuyaniyê de ya ku ji hêla Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan a Ermenî ve hatiye dayin, hate gotin, ''Azerbaycan ji 12'ê Tîrmehê û vir ve êrîşên xwe yên li ser gunên sînor ên Ermenîstanê didome. Dijminatiya dîrokî didome.  Li pişt rageşiya bi salan dom dike ya di navbeyna du welatan de rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê heye ku gavekê jî dev ji provakasyon û gefên êrîşê neberdaye.''

Tabûrê bi domdarî got, ''Li pişt êrîşên Azerbaycanê rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê heye. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ku bi emû cîranên xwe re bi têkiliyê dijminatiyê ye, di serî de li Bakur-Rojhilatê Sûriyê, li Kurdistana Iraqê, Libyayê bi êrîşên tevîxakaxwekirinê hewl dide ku xeyalên Osmanî pêk bîne'' û diyar kir TC ji hêla leşkerî û siyasî ve destekê dide rêveberiya Azerbaycanê, provakasyo nû gefên li ser Ermenîstanê zêde dike û ev polîtîkaya dijminatiyê ya dewleta TC'ê ye.

Tabûrê herî dawî got ew li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên nîjatperest, şowen, êrîşkar û dagirker in, li gel gelên Kkurd, Ereb, Sûryan, Asûr û Ermen in û dijminatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd, Ereb, Ermen, Sûryan û Asûr şermezar dikin.