TŞYG: Ji Meraşê ta bi Roboskiyê komkujî didomin

TŞYG’ê komkujiya Meraşê û Roboskê bi bîr anî û got, ‘em ji dewleta faşîst a komkuj hesab bipirsin’

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiyên Meraşê û Roboskiyê bi bîr anî û got, ‘gelên me komkujiya Meraşê, Roboskiyê ji bîr nekiriye û wê ji bîr neke.’

TŞYG’ê li ser komkujiyên dewleta Tirk wiha got: ‘’Berpirsê van du komkujiyan jî dewleta Tirk a faşîst e. Komkujî nîşaneya wê ye ku hişmendiya faşîst, qirker û înarkir ne guherî ye û bi israr didomin. Demên wan her çendî ji hev cuda bin jî, bi komkujiya Meraşê peyam dane gelê Elewî-Kurd û her wiha bi komkujiya Roboskiyê jî peyam dan Kurd û mesaj wiha ye: bikuje, koçber bike, tine bike. Hişmendî yek e. Tetîkkêş, biryardar cuda bin jî dewlet heman dewet e.’’

TŞYG’ê bi domdarî got, ‘Roj ew roj e ku ji komkujiyan, ji Erdoganê faşîst, komkuj, înkarkir û qirker û çeteya wî, ji rejîma yekdest a faşîst a îmha û înkarê hesab were pirsîn, roj li dijî êrîşên faşîst û komkujiyan roja derketina li kuçeyan, geşkirina berxwedanê û hevkariya berxwedana Kurd û Tirkan û meşa ber bi serfiraziyê ye.’’