TŞYG: Em li ba gelê Filîstînê ne
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew li hemberî sîyonîzma Îsraîlê li ba gelê Filîstînê ne.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew li hemberî sîyonîzma Îsraîlê li ba gelê Filîstînê ne.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan diyar kir, ji ber ku Serokê DYA’yê Trûmp Qudûs wekî paytexta Îsraîlê nas kiriye, meseleya Filîstînê dîsa ketiye rojeva cîhanê.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan di daxuyaniya xwe ev tişt diyar kir:
“Rêxistinên Filîstînê banga întîfadayê kirin. Em jî wekî şoreşgerên ji Tirkiye û Kurdistanê wekî duh îro jî li ba gelê Filîstînê ne. Em li ser şopa Denîz, Mahîr û Îbrahîman têkoşîna azadiyê ya gelê Filîstînê bi hestên xwe yên şoreşger silav dikin.
Dewleta faşîst a Tirkiyeyê û serokwezîrê wê Erdogan mutefîkê herî mezin ê dewleta Îsraîlê ye. Belgeyên wan ên peymanên leşkerî û têkiliyên dîplomatîk ên hevpar li holê ne. Wateya doza Filîstînê ya ji bo Erdogan ev e ku, nelirêtî û têkçûna xwe veşêre.
Kesên ku li Tirkiyeyê dibêjin em xwedî li doza Filîstînê derdikevin, heta ku zilma li ser Kurdistanê nebînin ew ê ne samîmî bin. Hemû kesên ku li hemberî zilma dewleta faşîst a Tirkiyeyê ji xwe re dibêje “ez şoreşger im, ez sosyalîst im” divê ligel têkoşîna azadiyê ya gelê Filîstînê, piştgiriyê bidin gelên Rojhilata Navîn ê ku dixwazin qedera xwe bi destê xwe diyar bikin.
Çeka sîyonîzma Îsraîlê ya li dijî gelê Filîstînê û çeka rejîma Erdogan a li hemberî Kurdan yek e.
Duh çawa ku şoreşgerên ji Tirkiye û Kurdistanê çûn Filîstînê em jî ligel têkoşîna azadiyê ya gelên bindest ên li Rojava û Bakurê Kurdistanê ne.”