TŞYG: Em berxwedana li girtîgehan geştir bikin

Tevgera Şoreşa Gelan a Yekbûyî têkildarî qetlîama 19’ê Kanûnê ya li girtîgehan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Tevgera Şoreşa Gelan a Yekbûyî têkildarî qetlîama 19’ê Kanûnê ya li girtîgehan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya TŞYG’ê wisa ye:

“Ji Osmaniyan heta Komara Tirkiyeyê desthilatdariyê xwe spartiye polîtîkayên faşîst û heta roja me ya îro hatine. Avadaniya dewletê ya Tirk-Îslam dixwaze bi zext û pêkutiyan, bi înkar û îmhayê, bi asîmîlasyonê civakê ji cewhera wê dûr bixîne.

Polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk li ser girtîgehan her dem domiyaye. Qetlîama 19’ê Kanûnê ya girtîgan de jî bûye dîmena herî zelal a faşîzma hov. Di 19’ê Kanûna 2000’an de li hemberî girtiyên siyasî yên girtîgehan dewleta Tirk qetlîamek pêk anî û xwest bi qetlîamê li ser  girtiyên siyasî teslîmiyetê ferz bike. Li hemberî vî tiştî Berxwedana 19’ê Kanûnê tê wateya têkoşîna bi rûmet a girtiyan.

Em dikarin vê berxwedana destanî ya di navbera 19-22’ê Kanûna 2000’an  wekî Hefteya Qehremaniyê diyar bilin. Divê em li dijî vê teslîmiyetê li ser rêya vê xet û îradeya şoreşger bimeşin.

Îro jî bi girtîgehên Tîpa F û cilên yekrengî li ser girtîgehan faşîzm tê ferzkirin. Divê em li derve û li hundir vê têkoşîna şoreşger geştir bikin.

Şerê li hemberî faşîzmê  mafekî demokratîk û şoreşgerî ye. Em xwedî li peywira xwe derdikevin û diyar dikin ku em ê bi şerê xwe yê şoreşger ê yekbûyî vê faşîzmê têk bibin. Em ê vê têkoşîn û berxwedana girtiyên siyasî ya ku ji bo wê canê xwe dane bi serfiraziyê tacîdar bikin.”