SZK’ê li Dirbêsiyê li dijî biryara rejîmê dibistan vekir
SZK’ê li Dirbêsiyê li dijî biryara rejîmê dibistan vekir
SZK’ê li Dirbêsiyê li dijî biryara rejîmê dibistan vekir
Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li dijî biryara Saziya Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji bo girtina dibistanên fermî ên zimanê kurdî lê tê dayin derket. SZK'ê îro serê sibê deriyên dibistanan vekirin û dersên kurdî lê hate dayin.
Îro di saetên serê sibê de, Endamên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) deriyê dibistanên ku bi biryara Saziya Perwereyê ya Sûriyeyê hatibûn girtin vekirin û dersên zimanê kurdî hate dayin. Mamosteyên Zimanê Kurdî, Endamên Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz berê xwe dan dibistanan û dersên xwendekaran bi awayekî asayî dan. Duh jî xwendekarên kurd li ber deriyê dibistanan çalakiya pirotestokirina biryara Saziya Perwerdeya Sûriyeyê li dar xistibûn û li wir kom bibûn.
Beriya çend rojan ji roja zimanê dayikê ku dikeve 21'ê sibatê, Saziya Perwerdeyê ya Sûriyeyê, biryara girtina dibistanên ku perwerdeya kurdî ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî tê dayin bigirin û rêvebir û mamosteyên ku biryarê pêkneynin bi qutkina perên wan yê mehane û ji kar werin avêtin hatin tehdîd kirin.
Derbarê mijarê de Endama Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dilşa Cûdî bang li hemû mamosteyan kir ku berê xwe bidin dibistanan û bi erkê xwe ya perwerdeya şagirtin rabin. Dilşa got ku gelê kurd dikare mamosteyan biparêze û bang li kesên ku hîn bi rêjîma Baas ve girêdayine ku rêjîma Bass li Dirbêsiyê nemaye.