Swîsreyê jî destûr neda AKP’ê

Piştî Elmanya û Hollandayê û şûnde Swîsreyê jî destûr neda AKP’yiyan. Aktivîteya Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû ya li Swîsreyê jî hate betalkirin.

Aktivîteya ku dihat plankirin ku li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ku ji aliyê ÛETD Swîsreyê ve bê lidarxistin ku wê Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû jî beşdar bibûya hate betalkirin.

Rayedarên Şaredariya Kantona Zurîhê, diyar kir ku bi hinceta ewlehiyê bi serlêdana ji bo Wezareta Karê Derve ya Federal a Bernê daxwaz kiribû aktivîteya wê li hotela Hîlton a Zurîh ku wê Çavûşolû jî bejdar bibe bê betalkirin.

Berdevkê Beşa Ewlekariya Kantona Zurîh Ûrs Brob wiha got: “ Ji ber ewlehiyê me daxwaz kiribû ku bernameya Çavûşoglû bê betalkirin.”Grob diyar kir ku eger aktivîte were lidarxistin wê li welat rê li ber çalakiyên protestoyên berfireh veke.

Rêveberê Otela Hîlton a Zurîh a ku wê ativîte lê bêlidarxistin Alexeî Lîntschûk, îro beşdarî televîzyona RTS a fermî ya Swîsreyê bû ragihand ku bernameya Çavûşoglû ya li otela wan ku wê roja Yekşemê bê lidarxistin betla kirine.