Swîsreyê ew polîs girt, lê hevkarên wî hê jî li derve ne

Swîsreyê polîsê bi navê Y.K ku sîxûriya dewleta Tirk dikir girt, lê têkildarî hevkarê vî polîsî heta niha tiştek nehatiye kirin.

Piştî ku endamekî UETD ji Basler Zeîtungê re axivî û wêneyê civîneke UETD’yê li bînahiyeke Navenda Polîsan a Baselê da, derkete holê ku polîsê Swîsreyê yê bi navê Y.K yê Tirk ev ji 3 salan zêdetir e sîxûrtiyê ji dewleta Tirk re dike.

AGAHIYÊN VEŞARTÎ DI SER UETD Û KONSOLOSXANEYÊ RE ŞANDIN TIRKIYÊ

Y.K ji bo civîna UETD ne tenê navenda polîsan bi kar anî her wiha agahiyên Kurdistaniyan û muxalîfên Tirkiyeyê yên li navenda polîsan jî bi rêya Serokê UETD Swîsreyê, Murat Şahîn û Konsolosxaneya Tirk gihande dewleta Tirk.

Piştî ku bûyer di çapemeniya Swêdê de derkete holê Daîreya Polîsan a Baselê ev îdîa rast kir û têkildarî Y.K ji ber ku peywira xwe di rêyên ne baş de bi kar aniye û belge binpê kirine doz lê vekiribû û bi biryara dozgeriyê Y.K hatibû girt lê têkildarî kesên ku bi Y.K re hevkarî dikirin heta niha tiştek nehatiye kirin.

Di wêneyekî dî de ku endamekî UETD daye, li gel ku wêneyê Murat Şahîn di gelek çalakiyên nîjatperest de heye jî heta niha tiştekî yasayî derbarê wî de nehatiye kirin.

MURAT ŞAHÎN BI EŞKERE XEBATÊN SÎXÛRTIYÊ DIKE

Tê zanîn ku Murat Şahîn ji dewleta Tirk re sîxûriyê dike û agahiyên Kurdistanî û muxalîfên Tirkiyê ji dewleta Tirk re dişîne.

Şahîn li Bern a Swîsreyê, 12’ê Îlona 2015’an çalakiyeke nîjatperest organî kiribû û bibû sedem ku di navbera Kurdistanî û derdorên demokrat de ku li dijî çalakiyê helwest nîşan dabûn bûyerên mezin çêbibin. Wê rojê Şahîn koma nîjatperest bi ser Kurdistaniyan de şandibû û bûbû sedem ku gelek kes bi giranî birîndar bibin.

Şahîn, 9’ê Kanûna 2016’an li Zûrîh a Swîsreyê di bernameyekê de êrîş biribû ser nûçegihan-nivîskar Can Dundar û ew bi ‘xayînê welêt’ sûcdar kiribû. Piştî vê bûyerê Şahîn bi zindî beşdarî medyaya AKP’ê bûbû û Kurdistanî û muxalîfên Tirkiyê bi ‘terorîst’bûnê sûcdar kiribû.

Têkiliyeke nêzîk a Şahîn bi Konsolosxaneya Tirkiyê ya Bernê û Konsolosxaneyên Tirk ên Swîsreyê re heye, ji ber xebatên sîxûriyê rayedarên AKP’ê pir destekê didinê.

Şahîn ji ber ku vekirî sîxûrtiya dewleta Tirk dike û mohra wî li ser gelek çalakiyên nîjatperest heye gelek caran ji medya Swîsreyê re dibe rojev lê heta niha têkildarî Şahîn ji hêla Swîsreyê ve tiştekî yasayî nehatiye kirin.

‘SWÎSRE DIVÊ TEVBIGERE’

Kurdistanî û hêlên demokat ji bo ku agahiyên wan ên şexsî ji hêla UETD’ê ve  digihînin Tirkiyê dixwazin ku Swîsre tevbigere.