Swêd dixwaze 15 rojnamevanan dersînor bike

Swêd dixwaze 15 rojnamevanan dersînor bike

Ji ber sedema polîtîkayên îltîcayê yên hişk yên Swêdê, rojnamevanên ji ber sedema zext û êrîşan neçar mayî welatê xwe terk bikin û daxwaza îltîcayê kirîn, bandoriyek nerênî li ser wan dike.

Piraniya wan rojnamevanên Îranî, Efxanî û Etîopyayî daxwaza bicihbûna li Swêdêkirin, 15 rojnamevan bi dersînorkirinê re rû bi rû ne. rayedarên Daîreya Penaberan têkildarî daxwaza îltîcayê biryar dan û rojnamevanên ku di derbarê wan de biryara dersînorê hate girtin de hate îdîakirin ku, ji bo îltîcaya wan bê qebûlkirin belge û hincetên zelal tune ne, rêxistinên rojnamevanan jî Daîreya Penaberan bi binpêkirina hevpeymana navnetewî ya mafê îltîcayê xistina bin ewlekariyê sûcdar dike.

Rojnamevanên Belûcî Abdullah Barahoueî şeva 2’ê Sibatê ku beriya çend deqîqeyan radestî Îranê bikin hate rawestandin. Di encama hewildanên Rojnamevanên Sînor Nenas û Qulîba PEN ya Swêdê rojnamevanê teslîmkirina Îranê hate rawestandin, dê rewşa wî careke din ji aliyê Daîreya Penaberan bê vekolîn.

Li rexmî rexneyên rêxistinên Rojnamevanan, Swêda ku helwesta xwe ya li dijî îltîcakirina rojnamevanan dide berdewam kirin, Navenda Rojnamevanên Sînor Nenas xiste tevgerê. Sekreterê Giştî yê Rêxistinê Chrîstophe Deloîre bi armanca mijarê bi rayedarên Swêdî re bi axive hate bajarê Stockholm yê Parîsê. Deloîre piştî hevdîtina bi rayedarên Daîreya Penaberan re kir daxuyaniyek da û da diyarkirin ku, agahiya Daîreya Penabaran ji gef, zext û êrîşên li ser rojnamevanên li cîhanê tuneye. Li rexmî ku rojnamevanên pîşeyê xwe dikin rastî zext û êrîşan tên ji aliyê rêxistina rojnamevana ve tê teyîd kirin jî, Swêd gelek rojnamevana dersînor dike bi fikare û wiha got: “ Di qada navnetewî de girêdanek me ya berfireh heye. saziyên li Almanya û Fransayê dîtinên ber berçav digire û wisan nirxandinan dike. Lê belê li Swêdê rewş cudaye. Pêwîste ev rewş bêguhertin.”

Deloîre da diyarkirin ku, beriya we piştgiriya rojnamevanên daxwaza îltîcayê kirine bikin, ka ew rojnamevanin yan na, têkildarî pîşeyê wan pêkûtî û gef hene yan na, bi vê armancê ew lêkolînek berfireh dikin.

Serokê seksiyona Swêdê yê Rojnamevanên Sînor Nenas Lotta Schullerqvîst destnîşan kir ku, ger 15 rojnamevanên daxwaza îltîcayê kirine wan radestî welatên wan bikin, dibe Îran, Efxanîstan û Etîopya wan bi girtîgeh û mirinê ceza bike. Tê dîtina ku, rojnamevanên mijara gotinê ji ber sedema lêkolînên rojnamevantiyê rastî pêkûtî, êrîş û gefan hatine.