Sûriyeyê xwest lêpirsîn derbarê Tirkiyeyê de were vekirin

Sûriyeyê xwest lêpirsîn derbarê Tirkiyeyê de were vekirin

Sûriyeyê ji NetewênYekbûyî xwest ku bi îdiaya Tirkiye “alîkariyê dide terorê” di derbarê Tirkiyeyê de lêpirsînê bide destpêkirin.

Rêveberiya Sûriyeyê, bi îdiya ku Tirkiye ji di nav de Erebîstana Siûdî, Qatar û Misir heyî alîkariyê dide muxalifên ku wek terorîst tên bi nav kirin û “Li herêmê aştî û karê navxweyî têkilhev dike” gilî li gel NY’ê kir.

Li gorî televîzyona El Manar ya ku li Lûbnanê weşanê dike, di 7’ê Mijdarê de di nivîsa ku Sûriyeyê ji Nûnertiya Daîmî ya NY re şandî de, ji berpirsê têkoşîna bi terorê yê NY re ferman hatiye dayîn ku tişta pêwîst bike.

Di nivîsa ji bo NY re hatî şandin re wiha tê îdia kirin; “Di nava Sûriyeyê de çekên kîmyewî yên muxalifê bikaranîn ji aliyê Tirkiyey ve hatibûn pêşkêş kirin û Tirkiyeyê çavên xwe ji ketina amêrên kîmyewî ya Sûriyeyê re girtîbû.”

Di lêpirsîna ku Sûriyeyê ji NY xwestî de,wek delîlên îdianameyên di heyvên borî de di oparesyoenek li Edeneyê de hatine destnîşan kirin.

Di derbarê berfirehiya îdîanameya ku nusqeyên Erebî jî lê hatîn zêdekirin û piştî operasyonê bersûcên ku îfadeyên wan hatin girtin, îdiayên “Li ser xaka Tirkiyeyê li dijî Sûriyeyê faliyetên terorî têne meşandin” weke delîl nîşandan.

Sûriye dixwaze bersûcên ku bi hinceta têkiliya wan bi operasyona Edeneyê hene hatine girtin, şîrketên Tirk jî bêne lêpirsîn kirin. Sûriyeyê 6 daxwaz ji NY kirin.

Di nava daxwazên ku Sûriyeyê ji NY kirî; Pêwîste li gel Tirkiye di mijara têkoşîna li dijî terorê de li hevkarî bê kirin, her wiha di van sê salên dawî de madeyên ku di îmalata çekên kîmyewî têne bikaranîn şîrketên Tirk firotine kê bêne lêpirsîn kirin.