Sûriye: Hikûmeta Tirk rola hilweşandinê dilîze
Sûriye: Hikûmeta Tirk rola hilweşandinê dilîze
Sûriye: Hikûmeta Tirk rola hilweşandinê dilîze
Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê, ji serokatiya Konseya Ewlehiya Navnetewî û Sekreteryaya Giştî ya NY’ê re nameyek şand û diyar kir ku, hikûmeta Tirkiyeyê di krîza Sûriyeyê de rola hilweşandinê dilîze. Serokê Yekitya Odeyên Sanayî ya Sûriyeyê Endezyar Faris el-Şehabî jî diyar kir ku dê li hikûmeta Erdogan ji ber ‘çalakiyên teror, dizî û korsaniyê’ dê dozê vebikin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sana, Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê ji serokê konseya Ewlehiya Navnetewî û Sekreterê Giştî yê NY’ê nameyek şandiye û di nameyê de wiha tê gotin: “Di serî de Eniya Nusra û terorîstên Qaîdeyî ku aligirên vê eniyê ne û komên terorê yên çekdar, berhevbûn, civîn, girtina çekan, perwerdekirin, fînansekirin û piştre jî derbasî axa Sûriyeyê bibin Tirkiyeyê axa xwe kiriye navend.”
Di nameyê de hate diyar kirin ku hikûmeta Tirkiyeyê hemû saziyên xizmetê, binesazî, mulkên taybet û cemaweyî ya Sûriyeyê sabote dike û bi çalakiyên komên terorê welatiyên sivîl tên qetilkirin.
Wezaretê wiha got: “Hikûmeta tirkiyeyê raste rast û bi riyên din mudaxaleyên xwe yên li ser karê hundir yên Sûriyeyê didomîne. Ligel qanûn-biryarên navnetewî û mîsaka NY’ê, esasên têkiliyên navbeta dewletan diyar dikin jî binpê dikin û îstîkrar-ewlehiya cîhan û hemû herêmê tehdît dike.
Wezaretê da zanîn ku hikûmeta Tirkiyeyê bi binpêkirina qanûnên navnetewî û mîsaka NY’ê sînor namîne û got ev tehdîtek mezin li ser ewlehî û aştiya navnetewî dike.
DÊ DOZ LI ERDOGAN BÊ VEKIRIN
Li gorî nûçeyeke din ya di ajansa Sana de hate weşandin de serokê Yekitiya Odeyên Sanayî ya Sûriyeyê endezyar Farîs el- Şehabî wiha gotiye: “Ez bang li hemû sanayîvan û sanayiya Sûriyeyê dikim ku divê kesên li Sûriyeyê çalakiyên korsanî, talanî, şêlandinê pêk tînin bê deşîfrekirin û cezakirin.”
Şehabî wiha got: “Hikûmeta Tayyîp Erdogan, terorîst hembêz kiriye, çek dane destê wan, ji her derê cîhanê çekan bi kirê tîne, deriyê sînor heta dawiyê veike û malên hatine dizîn ji sînor derbas dike. der barê vê de tespîtên me hene. Ji bo vê em piştgiriyê didin dozên kul i Erdogan tên vekirin.
Piştgiriya hikûmeta Tirk a ji b ovan çalakiyan ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ji ber vê em dê dozê li hikûmeta Erdogan vebikin.”