Sûrê civîna xwe ya ji gel re vekirî li Kabê kir

Wekî kevneşopiyekê ku şaredariya Sûrê daye destpêkirin vê mehê jî şaredariyê civîna xwe ya meclisê ya ji gel re vekirî li Taxa Kabê pêk anî.

Wekî kevneşopiyekê ku şaredariya Sûrê daye destpêkirin vê mehê jî şaredariyê civîna xwe ya meclisê ya ji gel re vekirî li Taxa Kabê pêk anî. Civîna vê mehê bi tevlîbûna wekîlên hevşaredaran Azize Deger Kutlu û İzzettin Candan, endamên meclisa şaredariyê, keyayên taxan, gerînendeyên beşan ên şaredariyê û gelê taxa Kabiyê pêk hat.

Civînê bi xwendina rapora hatin û çûyînên şaredariyê yên mehekê destpê kir. Piştî xwendina raporê wekîla Hevşaredara Sûrê Azize Deger axaftinek kir û got ku ew ê vê kevneşopiya hevdîtina bi gel re û lidarxistina civînên meclîsê ên ji gel re vekirî berdewam bikin.

Her wiha piştî ku li pirsgirêk û nerînên gel hate guhdarî kirin bersiva pirsên xelkên taxê hate dan.  Yek ji daxwazên xelkê taxê jî ew bû ku parkeke lîstikên zarokan li taxê were avakirin.

Piştî axaftinan Deger Kutlu, bersiva pirsên xelkê taxê da û der barê hin daxwazan de wiha got:

"Ji bo parka lîstikên zarokan melzemeyên me amade ne û em li hêviya sererastkirinên derdora mala şînê ne û piştî ew biqede em ê dest bi avakirina parka zarokan bikin. Em dizanin berê pirsgirêka heriya zivistanê hebû lê piştî ku hemû kolan bi keviran hatin raxistin êdî ew pirsgirêk çareser bûye."

Her wiha Deger Kutlu ji xelkê taxê re got, "Em dixwazin hûn her dem tevlî van civînên ji gel re vekirî bibin û hemû pirsgirêkên xwe bînin ziman da ku em bi hev re çareseriya wan bibînin."

Der barê pirsên din jî Kutlu wiha got: "Gelek caran hûn der barê îmarê û avahîsaziyê de dipirsin. Em li hêviya sererastkirinên hawîrdorê ne, lê gelek caran hemwelatiyên me bê ku serî li şaredariyê bidin bi rengekî ne fermî xanî û avahiyên xwe lê dikin. ew yek jî zerarê dide hawîrdorê. Ez dibêjin hemwelatiyên me yên ku erdê wî yê ji bo avakirinê hebe dikare serî li beşa avahîsaziyê ya şaredariyê bide û li wê gorê şaredarî jê re bibe alîkar. lê dema ku bêyî agahdariya şaredariyê xanî û mal werin avakirin sibe wê xwediyê wê jî zerarê bibîne û her kes wê zerarê bibîne. Lewre jî em dibêjin bila ti kes bê agahdariya şaredariyê vê yekê neke.

Di dawiya civînê de wekîlên hevşaredaran spasiya xelkê taxê kir ku tevlî vê civînê bûn û ji taxê veqetiyan.

...