Sûddeutsche Zeîtung: Gabrîel dikare sozê li ser PKK’ê bide

Yek ji rojnameya rojane ya Elanya Suddeutsche Zeîtung got wezîrê karê derve Gabrîel dikare soza ‘têkoşîneke cidîtir li dijî PKK’ê’ bide desthilatdariya Erdogan.

Rojnameya “Suddeûtsvhe Zeîtûng” têkildarî pêvajoya nermbûnê  ya di navbera Berlîn-Enqere de  ku piştî rejîma Erdogan hinek welatiyên Elman li Tirkiyeyê girtîbûn, serbest berdan, nivîsek weşand.

Nûçegihanê rojnameyê yê Berlînê Mîke Szymanskî bi ser nivîsa “Niha dem hatiye ku Gabrîel destê xwe bide Erdogan ’nivîsek weşand û tê gotin ku Wezîrê Karê Derve Sîgmar Gabrîel roja 20’ê Tîrmehê siyaseta nû ya li dijî Tirkiyeyê eşkere kirî birêve diçe. Gabrîel wê demê piştî girtina hinek hemwelatiyên Elman ji aliyê Tirkiyeyê ve  biryar dabû ku li dijî desthilatdariya AKP’ê hinek pêkirin sazkar kiribûn.

Li gorî şîroveya rojnameyê êdî dem hatiye ku Elmanya li dijî gav avêtinên Trikiyê helwest nîşan bide. Hate ragihandin ku hedefa destpêkê ya hikûmeta Berlînê serbest berdana rojnamevan Denîz Yucel ku ji meha Sibata 2017’an ve li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye.

Rojnameyê bibîrxist ku di meha Mijdarê de Gabrîel û wezîrê karê derve yê Tirk Çavûşoglû li Antalyayê piştî hevdîtina ne refmî ragihandin ku Denîz Yuvel ji tecrîtê hatiye derxistin û li gorî îdîaya rojnameyê Elmanya bêyî ku stuyê xwe li dijî Serokkomarê Tirk Erdogan ku daxwaza çend gav avêtinan kiribû dibe ku bi Enqereyê re nêzîk bibin.

Di şîroveya rojnameyê de tê gotin ku ger ku Gabrîel hempîşeyê xwe yê Tirk vexwîne Elmanya û li gel hevdîtin bike, rageşiya di navbera herdu welatan de wê nermtir bike û wê bibe gavek mezin. Li aliyê din rojnameyê diyar kirî , ku di pêvajoya nêzîkbûnê de Gabrîel ji bo desthilatdariya Erdogan di mijara PKK û Tevgera Gulen de wê hinek helwestan nîşan bide.

Texmîna rojnameyê ya di vê mijarê de wiha ye; “Wê Elmanya ji bo Tevgera Gulen hinekî din rexneyan bike û li dijî bingehên PKK’ê yên li welat garatiya têkoşînekî ciddî bide.”

ERDOGAN ÇI DIXWAZE KU ELMANYA NA DE?

Di destpêkê de Erdogan û rayedarên dewleta Tirk îdîayên ku digotin “Elmanya ji bo PKK’ê çavê xwe digre’ lê dijberî vê demek dirêje ku hikûemta Merkel li dijî têkoşîna azadiya Kurd helwestek tund nîşan dide. Polîsên Elman êrîşî xwepêdanên Kurdistaniyan dikin û tehemûla rakirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nake û herî dawî li dijî parvekirinên wêneyên YPG û YPJ’ê yên di medyaya civakî de bi ser malan de digre.

Ji sala 1993’an ve li Elmanyayê ku pêkanîna qedexeya PKK’ê dixwaze berfirehtir bike xistiye rojeva xwe û ji ti deman qedexe weke niha hişktir nebûye cihê mereqê ye bê ka  tîma Merkel-Gabrîel ji vir û şûnde wê helwestên çawa di mijara PKK’ê de bide rejîma Erdogan.