STJ: Desthilatdariya AKP-MHP'ê zadê ku talan kir anî Tirkiyeyê

STJ'ê ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP'ê 12 sîloyên li Serêkaniyê û Girê Spî talan kiriye. Di raporê de hate ragihandin ku zadê hatiye desteserkirin anîne Tirkiyeyê.

Rêxistina Sûriyeyiyan a ji bo Heqîqet û Edaletê (STJ) destnîşan kir, ku dewleta Tirk piştî êrişên xwe yên dagirkeriyê bi hezaran ton zadê weke 'xenîmeta şer' desteser kiriye.

Di rapora rêxistinê de agahiyên li ser talankirina sîloyên zad ên herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, hatin parvekirin.

Di raporê de hate gotin, zadê ku hatiye desteserkirin, bi rêya Şîrketa Sanabel a Eniya Şamê ve derbasî Tirkiyeyê hatiye kirin û bi rêuya Ofîsa Berhemên Xakê (TMO) ve hatiye firotin.

Di raporê de hate gotin, "Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî bi destpêkirina operasyonê re bû sedema destpêkirina pêleke mezin a koça ji neçarî. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di du hefteyên operasyonê de piraniya wan jin û zarok nêzî 180 hezar kes bi zorê ji cih û warê xwe bûn û 10 hezar kesî xwe li Herêma Kurdistanê ya Iraqê girtin. Dagirkerî her wiha bû sedem ku artêşa Tirk li beşeke berfireh a Sûriyeyê bibe xwedî kontrol."

Di raporê de hate ragihandin ku Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê ku ji çeteyên desthilatdariya AKP-MHP'ê pêk tên li Serêkaniyê û Girê Spî 12 sîlo bi dest xistine, talan kirine.

Li gorî raporê, Ofîsa Berhemên Xakê (TMO) li herêmên ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk lê pêk hat ceh werdigire û li gorî îhaleyên fermî jî vê yekê bi rêya şîrketên veguhastinê derbasî Tirkiyeyê dike.

Di raporê de hate gotin, "Li gorî raporên medyayê yên Tirk û Sûriyeyê TMO di 9'ê Çileya 2020'an de plana xwe ya ji bo kirîna 20 hezar ton ceh eşkere kir."

Di raporê de hate gotin, "Eniya Şamê ku derbasbûna Til Abyadê û sîloyên li wir kontrol dike, bazirganiya bi Tirkiyeyê re xistiye destê xwe, şert daniye ser bazirganan hemûyan ên dixwazin berheman bifiroşe Tirkiyeyê yan jî jê bikire vê yekê bi rêya şîrketên wan bike. Her wiha bacê ji wan dixwaze."

Di raporê de hate ragihandin ku li deverên dagirkirî TMO'yê herî kêm du şaxên xwe vekiriye û bi vî rengî hewl daye 'rengê qanûnî' bide vî karê xwe.

Di raporê de li ser îhaleyên berhemên talankirî wiha hate gotin: "Di 7'ê Çileya 2020'an de li ser malpera ihalebul.com'ê îhaleya ji bo 20 hezar ton ceh ji Til Ebyadê ber bi depoyêen TMO'yê yên li Rihayê bê veguhastin, hate ragihandin. Şîrketa veguhastinê ya navneeweyî (Oz-Dûy) ev îhale qezenç kir û karê veguhastina ceh wergirt. Ev peyman di navbera şîrketa navborî û TMO'yê de 3'ê Çileya 2020'an hate îmzekirin."