Stêrka li Rojhilata Navîn dibiriqe: Kurd
Di sala 2015'an de bûyer û qewimînên girîng derketin holê, ku hemû hêzan derfet dîtin ji aliyê xwe ve binixînin.
Di sala 2015'an de bûyer û qewimînên girîng derketin holê, ku hemû hêzan derfet dîtin ji aliyê xwe ve binixînin.
Di sala 2015'an de bûyer û qewimînên girîng derketin holê, ku hemû hêzan derfet dîtin ji aliyê xwe ve binixînin. Van bûyeran daneheviyeke girîng tevlî arşîva siyasî, leşkerî û polîtîk a mirovahiyê kir. Ev tecrûbeyên ku encamên xwe wê bandorê li demeke dirêj bikin, bi dersan tijî bû. Ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkikyeyê, ji bo tevahiya herêmê, vê pêvajoyê hem gelek tişt bi xwe re anî hem jî gelek bi xwe re bir. Xuya ye wê sala 2016'an jî bi bandora 2015'an derbas bibe.
Siyaseta demokratîk a Kurd û tevgera azadiyê ya Kurd, di nava hevkêşeya navneteweyî û konjonktura heremî de bi pêşketinên nû û jiyanî re rû bi rû ma. Hebûna Kurdan veguherî hîmekî girîng ê plansaziyên stratejîk, ku ji gelek aliyan ve bandorê li hemû hevkêşeyan dike. Hêzeke Kurd derket holê, ku dikare plansaziya netewe dewlet a sedsala 20'an de ji nû ve binixîne. Plansazên herêmê neçar man ku gotinên nû yên herêmî li dora hebûna Kurdan bilêv bikin. Ya ku awayekî esasî bandor li vê rewşê kir bêguman şoreşa Rojava bû. Pirsgirêkên ji aliyê paşverûtiya DAIŞ'ê ya weke hêzeke ji planên heremî hat afirandin, li gelemperiya herêmê rê li ber krîzên kûr vekir. Lêgerîna çareseriyê ya di nava vê krîza kûr û birîndariyê de derket holê, qîmetê rastî yê şoreşa Rojava, hêza Kurdan a di çareseriya pirsgirêkên giran ên sedsala 20'an û rola pêşneg a PKK'ê ya xwe dispêre paradîgmaya modernîteya demokratîk a Ocalan, mîna ronahiyekê nîşan da. Can da rastiyan. Û weke encam; di sala 2015'an de xwediyên vê heqîqetê bi ser ketin.
KURD HÊZA HERÎ BI BANDOR A TÊKILÎ Û TIFAQAN E
Sala 2014'an bûbû sala Şoreşa Rojava. Vê pêngavê her çend rola PKK'ê ya li Rojhilata Navîn hinekî nîşan da jî, mezinbûna şoreşa Rojava û îspatkirina xwe di sala 2015'an de, bû sedem ku hêzên navneteweyî di vî warî de biryara xwe bidin. Di dawiya dawî de, her çend ji aliyê hin lîstikvanan ve nehat xwestin jî PKK di sala 2015'an weke lîstikvanekî xurt û rewa deket qada diyarkirina siyaseta herêmê. Kurd û PKK bûn hêza herî bi bandor a polîtîkayên tifaq û têkiliyên nû yên hêzên navneteweyî. Kurd û PKK ji bo di sala 2016'an de berdêla keda xwe ku heq dike werbigirin, bi stranên şoreşgerî meşa xwe didomînin û bi nîşaneya wergirtina serketinên nû, ji sala nû re dibêjin merheba.
Di sala 2015'an de ku mijarên şer û aştî, kaos û îstikrar, paşverûtî û pêşverûtî, despotîzm û demokrasî, parçebûn û yekbûyîn her bi hev re meşiyan de, me dît ku yên têkoşiyan bi ser ketin. Di nava vê rewşê de yên li aliyê rast sekinînin, bi ser ketin. Tercîha rast têrê nekir. PKK'ê bi şerê xwe yê mezin ê ji bo tercîhên rast her kes matmayî hişt û rêya be bi rastiyê ve bi tena serê xwe destnîşan kir.
YÊN KU QAŞO LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER DIKIN, PEYDA BÛN
DAIŞ di nava vê rewşa hilweşîner û tinekirinê de weke aliyê tirsnak û cinawirekî têk naçe, derdiket pêş. Hemû hêzên ku şerê li dijî DAIŞ'ê weke rîskek mezin a polîtîk, leşkerî û siyasî dîtin, bi tirsnakî li qewimînan temaşe kirin. He wldan ji rewşa derkeve holê sûdê werbigirin û vî cinawirî bixin bin kontrola xwe. Li şûna temaşekirinê, PKK a ku li Rojhilata Navîn siyaseteke aktîf dimeşîne, bi têkoşîna xwe ya bi bandor a li hemberî DAIŞ'ê re nîşanî her kesî da ku şerê li dijî paşverûtiyê dikare bi her awayî were qezenckirin. Ev serketina şerê li dijî DAIŞ'ê di heman demê de teqlîtên nebaş jî afirand. Piştî şerê serketî yê PKK'ê, hin hêzên ku bi niyeta têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê derketin pêş, dîtin ku li qada şer rewş ewçend hêsan nîne. Hin şervanên revok, qehremanên sexte û şervanên qaşo li dijî DAIŞ'ê şer dikin derketin olê. Ti ji wan rastî îfade nekirin. Li hemberî Frankeştaynê Rojhilata Navîn DAIŞ'ê, ti ji wan li dijî cinawirê DAIŞ'ê nekarîn şer bikin. Van hemû hêzan ji neçarî têkoşîna mezin a PKK'ê pejirandin.
TIFAQA ANTÎ-KURD BI TÊKOŞÎNÊ RE JI HOLÊ HAT RAKIRIN
Piştî destwerdana Amerîka ya li herêmê ku di sala 2003'an de pêk anî, hevsengiya nû ya derket holê, di avabûna nexşeya siyasî ya salên bihurî de rolek diyarker lîst. PKK a ku di vê pêvajoyê de li ser bingeha xeta sêyemîn siyaseteke aktîf meşan û têkoşiya, bi saya vê heyê tifaqa netewe dewlet a li çar parçeyên Kurdistanê serdest e, parçe kir. Tifaqa antî-Kurd a li dora Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê, bi saya vê sekna PKK'ê ji holê hat rakirin.
XETA SÊYEMÎN LI ROJAVA BI SER KET
PKK a ku li ser hemû zemînan mewzî bi dest xist, bi helwesta xwe ya çareseriyê ya di nava rewşa kaotîk a Rojhilata Navîn de, bû hêzeke timî dikare bê tercîhkirin û pê bawer. PKK'ê ya ku bi vî rengî giranî da ser pêvajoya 'bihara gelan' a li Rojhilata Navîn, bi perspektîfa 'têkoşîn, têkoşîn, têkoşîn' di pêvajoyê de meşiya. Li ser bingeha xeta sêyemîn li Sûriyeyê xwe gihand gelek pêşketinên girîng. Û bi vê nêzîkatiyê re li Rojavayê Kurdistanê PKK bi ser ket.
CÎHAN HEMÛ LI SÛRIYEYÊ BI CIH BÛYE
Em di pêvajoyeke welê de ne ku bala her kesî li ser Sûriyeyê, li ser Rojavayê Kurdistanê ye. Li Sûriyeya ku veguheriye zemîneke têkoşînê ya ji gelek aktoran, hemû cîhan ji aliyê siyasî, leşkerî û polîtîk ve bi cih bûne. Hin bûyerên tund ên weke xistina balafira Rûs ji aliyê Tirkiyeyê ve, weke encamek ji vê kombûn û dorpêçiyê derket holê. Her kesên dizanin Sûriyeya nû Rojhilata Navîn a nû ye, polîtîkaya xwe ya derve li gorî Sûriyeyê destnîşan dikin. Û di dawiya dawî de yê li Sûriyeyê bi ser bikeve, li Rojhilata Navîn bi ser dikeve.
Kurdan jî, bi têkoşîna xwe ya leşkerî ya ku her kes kir heyranê xwe re, têkoşîna xwe ya polîtîk a hostatî ya salên bihurî xurttir kirin. Tevî vê yekê, di nava vê rewşa kaosê ya pirsgirêkan giran dike de, paradîgmaya xwe ya çareseriyê ya xweser a rast ferz kir û li gorî vê yekê tifaqên xwe afirand. Bi vî rengî Kurd bû tifaqa stratejîk a li Rojhilata Navîn lê tê gerîn.
PKK XWE JI BO PÊNGAVEKE NÛ AMADE DIKE
PKK a ku ji aliyê Amerîka, Rûsya, aktorên herêmî û welatên Ewropayê ve ji mêj ve weke hevkarê herî baş tê dîtin, niha xwe ji bo pêngaveke nû amade dike. Bi nêzîkatiyeke ku xwe dispêre destketiyên şoreşa Rojava re, PKK xwe amade dike li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna li dijî rejîmên qirkirinê xurt bike û bi polîtîkayeke hevgirtî re li Bakurê Kurdistanê û hemû parçeyên din çareseriya pirsgirêkê ferz dike.
SERBERJÊRIYA POLÎTÎKAYA DERVE, BI TÊKÇÛNA LI HEMBERÎ PKK'Ê RE DESTPÊ KIR
Serberjêriya polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, bi polîtîkayên şaş ên li ser pirsgirêka Kurd û bi têkoşîna li hemberî PKK'ê re destpê kir. AKP a ku ji dema hatina ser desthilatdariyê û pê ve xwedî avantajên girîng e, di bedêla rola xwe ya li dijî PKK'ê de destek ji hêzên derve wergirt. Di çarçoveya vê pêwîstiyê de li desthilatdariyê hat bicihkirin.
AKP'ê di polîtîkaya xwe ya derve de giranî da ser eciqandina PKK'ê. Dema encam negirt, vê carê polîtîkaya xwe li ser tesfiyeya PKK'ê ava kir. AKP û lîderê wê Erdogan ku jê hebû li herêmê mîna stêrkekê dibiriqînin e, xwe weke xalê hemû welatên Misilman nîşan da. Erdogan ê li pey lîdertiya herêmê bû, di tûrên dîplomasiyê yên navneteweyî de jî bi quretî tevgeriya. Ev jî têrê nekir, di polîtîkaya derve de, di navbera hêzên navneteweyî de bi durûtî lîst.
TIRKIYE DI BIN NAVÊ DAIŞ'Ê DE TEVLÎ ŞERÊ LI SÛRIYEYÊ BÛ
Bi rûdana pêşketinan re, Tirkiye ya ku ji rojên destpêkê ve li ser bingeha destwerdana li Sûriyeyê xeteke siyasî meşand, hem ji hebûna PKK'ê ya li vê derê tirsiya, hem jî lîderbûyîna Rojhilata Navîn wek pêngaveke girîng ji bo xeyalên xwe dît. Bi vê helwesta xwe re bû aliyekî vekirî yê şerê li Sûriyeyê. Ji hev cihêbûna Tirkiye û hêzên navneteweyî ya di polîtîkaya herêmê de, bi vî rengî destpê kir. Tirkiye ya ku parçeyekî şerê li Sûriyeyê bû, qîma xwe bi vê neanî. Pêşxistina çeteya DAIŞ'ê ya paşverû, ji bo hilweşandina rejîma Esad a li Sûriyeyê weke mecbûriyetekê qebûl kir. Bi desteka hundir û derve re, di bin navê DAIŞ'ê de li Sûriyeyê tevlî şer bû.
Bi berxwedana mezin a tevgera Kurd a li Sûriyeyê re DAIŞ'ê derbeke giran xwar û qels bû. Ev yek di heman demê de hat wateya qelsbûna Tirkiyeyê. Hêzên navneteweyî, bi xeteriya DAIŞ'ê re li mala xwe rû bi rû hatin û ev yek ji xwe re kirin sedem ku li Sûriyeyê polîtîkayeke bêhtir çalak bimeşîne. Ev yek bi tenê bi aktorên herêmî, Ewropa û Amerîkayê bi sînor nema. Di şerê li Sûriyeyê de Rûsya, Îran û Çînê blokeke din ava kirin û ji bo çareseriyek bi alîgiriya Esad re li Sûriyeyê polîtîka meşandin. Van hemûyan derbeke giran li polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê xist. Ev yek ji bo hevkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re ya li Sûriyeyê, rê li ber pirsgirêkan vedikir. Ji ber ku plana Tirkiyeyê ya bi hevkarên xwe re li ser Sûriyeyê ava kir, şewitî û bû xwelî.
ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ SÛRIYEYÊ DERBASÎ NAVA TIRKIYEYÊ BÛ
Tevî vê yekê jî di polîtîkaya li Sûriyeyê de planên nû yên dijberiya Kurd, ferz kir. Di encamê de jî şerê navxweyî yê Sûriyeyê derbasî nava Tirkiyeyê bû. Ji Sûriyeyê pêleke koçberiyê ber bi welatê xwe ve da destpêkirin û bi vê civaka penaberanr e Tirkiyeyê hewl da hem li ser Sûriyeyê bibe xwedî mafê gotinê, hem jî weke çekekê li hemberî Ewropayê bi kar anî. Lê belê serketinên YPG û YPJ'ê yên li hemberî DAIŞ'ê, bi taybetî serketina Kobanê di nava sîstema li Tirkiyeyê de rê li ber nerazîbûnên cidî vekir. Paqijbûna Til Ebyad ji DAIŞ'ê û kontrolkirina bajêr ji aliyê YPG û YPJ'ê ve, ev nerazîbûn û tengazarî derket asta herî bilind. Bi destê Tirkiyeyê, komkujî li hemberî kantonan hat birêxistinkirin û ji aliyê DAIŞ'ê ve bi cih hat anîn.
AKP a ku wezîfeya xwe ya têkoşîn û qedandina PKK'ê nikarîbû bi cih bîne, êdî li şûna hêzeke ku pêwîstî pê heye, ket rewşa hêzeke veguherî bargiraniyê.
MIJÛLKIRINÊ TÊRÊ NEKIR, XWEST JI HOLÊ RAKE
Di polîtîkaya derve de jî AKP li pêşberî mûxalefeta demokratîk a bi pêşengiya tevgera azadiyê ya Kurd, ket nava pêvajoyeke lawazbûnê. Ev lawazbûn bû sedem ku AKP bi xeteke zordar, qedexekar û darbekar re, polîtîkaya muzakereyê ya li ser pirsgirêka Kurd dimeşan, biguherîne. Polîtîkaya mijûlkirinê têrê nekir, xwest ji holê rake. AKP a ku di polîtîkaya derve de tengav bû û li hundir jî qels bû, weke rêya çareseriy3e serî li şer, êrîş û polîtîkaya zextê da û di hilbijartinê de jî ev sekna xwe nîşan da.
Encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê bû îflasa polîtîkayên hundir û derve. Di heman demê de van encaman işaret bi serketina hêzên demokratîk kir. Bi hilbijartinên 1'ê Mijdarê re ku yekser ji aliyê Tayyîp Erdogan ve amadekirin, darbe li hemberî vîna demokratîk hat kirin.
LI HER DERÊ LI DIJÎ HER KESÎ ŞER!
Îlana şerê AKP'ê ku weke êrîşên 24'ê Tîrmehê tê binavkirin, di vê pêvajoyê de ket rojevê. Di vê rewşa kaotîk de li hemberî PKK'ê ji nû ve şer da destpêkirin û polîtîkaya xwe ya derve ku li ser esasê şerê li hemberî Kurdan dimeşan, bi polîtîkaya xwe ya derve re kir yek. Bi vî rengî li hemû eniyan, şerekî destpê kir. Hikûmeta AKP'ê polîtîkaya xwe ya şer a li her derê li dijî her kesî di sala 2015'an de meşand.
Di encama êrîşa hewayî ya şeva 24'ê Tîrmehê de 8 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. Ev bîlanço demeke dirêj li ekrana weke '300 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan' hat nîşandan. Bi 24'ê Tîrmehê re dewleta Tirk dest bi pêleke êrîşan a li hemû herêman amadekariya wê kiribû, kir. Di nava mehekê de 87 caran êrîşên hewayî pêk anî. 217 caran bi obus û hawan êrîşî Herêmên parastinê yên Medyayê kir.
Li Bakurê Kurdistanê jî bi polîsên tevgera taybet re li hemberî tevgaer gel planeke girîng a êrîşê xist meriyetê. Li cihên weke Farqîn, Gimgim, Silopiya û Cizîrê dest bi hewldanên komkujiya sivîlan kir. Şehîdgehên gerîla hedef girt û dest bi operasyonên polîs û leşkeriyê kir.
'EM NE LI BENDA BERSIVEKE EWÇEND TUND BÛN'
Hêzên HPG'ê ji ber vê êrîşa berfireh, bi 24'ê Tîrmehê re ket nava şerê parastina aktîf ku weke pêngava berxwedanê tê binavkirin. Yanî, gerîla bi taktîkên xwe yên gerîla li hemberî pêla êrîşan sekinî û bi performanseke ku hêzên AKP'ê lê matmayî man, dest bi pêvajoyê kir. Li gorî agahiyên ji hevdîtina navbera rayedarên dewletê hatin wergirtin, rayedaran ev bersiva HPG'ê bi vî rengî nirxandibûn: 'Em ne li bendê bûn ku ewçend bi tundî bersivê bidin û êrîşeke dijber a ewçend amadeyî pêk bînin'. Pêvajoya navbera 24'ê Tîrmehê û 24'ê Tebaxê weke pêvajoyeke ku gerîla bi taktîka xwe mora xwe le da û li herêmê serdest bû, hat pênasekirin. Di vê pêvajoyê de gelek bajar, navçe û bajarokên Kurdistanê ket bin kontrola gerîla û xebatên leşkerî yên dewletê li xaka Kurdistanê bisînor bûn.
GERÎLA SERDESTIYA XWE YA QADÊ LI GELIYÊ DOSTKÎ ÎSPAT KIR
Bi hin encamên çalakiyan re, bandora serdestiya herêmê ya hêzên gerîla derket holê. Mînak li herêma Geliyê Doskî, leşker û polîsên tevgera taybet gelek caran û demeke dirêj hewl dan herêmê bi dest bixin. Lê belê ti encam negirtin. Ev herêma ku me weke Geliyê Doskî û Oremar bihîstin, ji aliyê stratejîk ve herêmeke girîng e.
ÇALAKIYÊN FEDAÎ, BIRYARDARIYA GERÎLA NÎŞAN DAN
Piştî ku di 24'ê Tîrmehê de êrîşan destpê kir, çalakiyên fedaî yên gerîla mora xwe di destpêka pêvajoyê xist. Ev çalakî bû pêngaveke girîng ku AKP tengav kir. Çalakiyên fedaî yên li hemberî hedefên mezin û stratejîk hatin kirin, encamên girîng bi dest xist. Her wiha şîdeta çalakiyan di dîroka şerê gerîla de derxist asta herî bliind. Vê yekê di heman demê de biryardariya gerîla jî nîşan da. AKP a ku di mijara çalakiyên bajaran de ji xwe gelekî bawer bû, li rewşeke ku ne li bendê bû rast hat.
GERÎLA ÊDÎ LI HER DERÊ NE
Di navbera 24'ê Tîrmehê û 24'e Tebaxê de, di encama êrîşên herî berfireh ên dîroka Tirkiyeyê de, 42 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî vê yekê, bi tenê di nava mehekê de li gelek herêmên stratejîk ên Tirkiyeyê 191 çalakiyên bi bandor ên gerîla hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 471 leşker û plîs hatin kuştin û gelek maşînên leşkerî hatin îmhakirin û cebilxane hatin rakirin.
Bîlançoya destpêkê ya şerê di 24'ê Tîrmehê de destpê kir, bi vî rengî bû. Lê belê encama berxwedana gerîla ya mehekê bêhtir balkêş bû. Gerîla êdî li her derê bûn!