Stêrk: Li Efrînê îradeya jinê faşîzmê têk dibe
Stêrk girîngiya berxwedaniya serdemê vegot û got: "Îradeya jina azad mezintirîn artêşa duyem a NATO’yê li Efrînê têk biriye."
Stêrk girîngiya berxwedaniya serdemê vegot û got: "Îradeya jina azad mezintirîn artêşa duyem a NATO’yê li Efrînê têk biriye."
Endama Desteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk bû mêvana bernameya Rojeva Jin a Stêrk TV.
Zilar Stêrk bal kişande ser berxwedaniya şervanê azadiyê û yekbûna gelê Kurd û pê de çû: “Berxwedaniya Efrînê rihê yekbûna gelê Kurd daye avakirin. Berxwedaniya Efrînê berxwedaniyek gerdunî ye û divê hemû mirovatiya aşîtîxwaz, demokratîk xwedî li vê berxwedaniyê derbikeve. Ji ber ku berxwedaniya dîrokî ya Efrînê dîroka berxwedaniyê mirovatiyê dide nivîsandin. Ev berxwedaniya şervanê azadiyê wê ji bo hemû mirovatiyê bibe hêza careseriya jiyana wekhev.”
Stêrk li ser berxwedana dayikên Efrînê jî got; “dayikên EfrînÊ û jinên şoreşger bi berxwedaniya xwe dagirkeriya ErdoGan û ya çeteyên têk birine.’’
Endama Desteya Serokatiya giştî a KCK’ ê Zilar diyar kir ku Ev 34 roj in li bajarê Efrînê berxwedaniyek dîrokî heye û wê tu hêzên dagirkeriyê nikaribin vê berxwedaniyê têk bibin, ‘’Gelê Efrînê xaka kesî dagir nekiriye ku Erdogan êrîşên xwe yên hovane dibe ser û wê gelê Efrînê axa xwe ya pîroz li dijî çeteyên biparêzin û bi dest wan ve bernedin û heta dawiyê jî wê berxwedaniya xwe bikin.’’
Naveroka axaftina Endama Desteya Serokatiya Giştî a KCK’ Zilar Stêrk wiha ye:
GELÊ EFRÎNÊ BI BERXWEDANIYA XWE DÎROKÊ DINIVÎSÎNÊ
Berxwedan Efrînê îro di roja xwe ya 34’an de ye. Ev 34 roj İN gelê Efrînê bi şervanê xwe ve yên azadiyê û şoreşger ve dîrokA serdemê didin nivîsandin. Ez berxwedaniya gelê Efrînê û şervanê azadiyê yên ku di çeperên şer de li ber xwe didin, li hemberî artêşa dagirker ya Tirk û çeteyên wî yê ku di cewherê xwe de DAÎŞ, El Nûsra û El Qaîde ne, dibêjim hûn nikarin li hemberî şervanê azadiyê bi ser bikevin. Ez berxwedaniya şervanê azadiyê û gelê Efrînê silav dikim. Ez li hemberî bîranîna hemû şehîdan bejna xwe ditewênim.
GELÊ EFRÎNÊ MAFDAR E
Di van 34 rojan de gelê Efrînê bi şervanê xwe dîrokek nivîsand. Em dikarin bêjin ev berxwedaniya wan di cîhanê de deng veda. Ji ber ku berxwedaniyeke mafdar heye. Neheqiyek gelekî mezin li ser gelê Efrînê tê kirin. Çima? Artêşa Erdogan ya dagirk dest bi qirkirina mirovên sivil kiriye. Gelê Efrînê çima mafdar e û çima neheqî lê têkirin? Ji ber ku gelê Efrînê li ser axa xwe ye, di gund û bajarê xwe de ye, li welatê xwe ye. Tu derdekî xwe bi dewleta Tirk ve nîne. Dest dirêjî li ser axa dewleta Tirk nekiribûn û tu neheqî li gelê Tirkiyê nekiribûn. Ji bo vê yekê neheqî li gelê Efrînê tê kirin . Cîhan hemû neheqiya ku li ser gelê Efînên tê kirin dibîne. Rûyê vê neheqiyê di van 34 rojan de derketiye holê.
HÊZA NATO YA DUYEM LI BER BERXWEDANIYA DAYIKAN TÊK DIÇE
Em dikarin bêjin ku berxwedaniya gelê Efrînê bi pêşengatiya jinan û dayikan bi rê ve diçe. Ji heft salî heta heftê salî li hemberî vê dagirkeriya dewleta Tirkan disekînin. Di çeperên şer de berxwedaniyek mezin didin. Berxwedaniya gelê Ffrînê û ya şervanê wan ne jî rêzê ye. Berxwedaniyeke dîrokî li wir heye. Li hemberî duyemîn hêza NATO’yê. Bi tang, top, tifing, obûs û balefîran êrîşên gelê Efrînê dikin lê dîsa jî nikarin li hemberê wê berxwedaniya gel şervanê azadiyê bi ser bikevin. Hêjmarek mezin ji gel û jî şervanê azadiyê şehîd ketine û herî pir jî zarok.
ŞER BI EXLAQÊ BI SER DIKEVE
Di şer de jî qanûnek heye, lê em dikarîn bêjin di şerê dagirkeriya Erdogan û hevkarê wî DAÎŞ’ê de tu qanûn nînin. Ji ber ku li çeperê leşkerî naxe û hedefa wan gelê sivîl e. Li deşt, navce, bajar û gundan dixe. Di gund û navceyan de kî dijî? Di navenda bajarê Efrînê de kî dijî? Gelê sivîl dijî. Bi lêdana gel çî armanc dike? Dixwaze gelê Efrînê Efrînê berde û ew jî li gora dilê xwe, bikeve axa Efrînê. Ji xwe tevgera dorpêçkirinê jî pêş xistiye û dixwaze bikeve navenda Efrînê, ev dagirkeriya wan ne tenê bi Efrîn girêdayî ye. Dixwazin ji wê derê biçin Helebê, Qamişlo, Minbic û ji wê derê jî derbasî Başurê Kurdistanê û Qendilê bibin. Daxwaza van deran hemûyan dike.
JI NIHA DE SERKETIN YA GELÊ EFRÎNÊ Û YA GELÊ KURD E
Li gorê xwe dibêje, ‘ez Kurdan weke cîranê xwe qebûl nakim.’ Lê em dikarin bêjin, gelê Kurd îradeyek mezin û destkeftiyê mezîn ya siyasî bi dest xistiye. Ji bo vê yekê qebûl nake. Armancek wan a wisa heye û dixwaze axa Sûrye jî dagir bike ji bo vê êrîşî gel dike. Li gorî wî gelê Efrînê wê axa xwe berde. Lê mirovê axa pîroz tu caran axa xwe ber nadin. Wê berxwedaniya gelê Efrînê xeyala Erdogan têk bibe. Di vê mijarê de jî xwe dixapîne. Berxwedaniya Kobanê, Minbiç, Reqa, Tebqa ev rastî çespandiye ku wê tu hêzên dagirkeriyê nikaribin li hemberî berxwedaniya şervanê azadiyê bi ser bikevin. Li hemberî hêzên dagirkeriyê û çeteyên wê, serkeftîn li ser serkeftinan bi dest dixin. Wê li hemberî çeteyê dewleta dagirkeriya Tirkan jî serkeftinên mezin bi dest bixin. Serkeftîn wê bibe ya hêza gelan.
BI RIHÊ XWÎŞK Û BIRATIYÊ SERKETINÊ MÎSOGER BIKIN
Li gorî teknika xwe ya pêşketî jî heya niha gavên mezin neavêtine û pêş de jî neçûme. Li hemberî berxwedaniya gel û şervanan bi tank, top û tefînga nikarin bi ser bikevin. Mirov bi îradaya azad dikare serkeftînê mezin bidest bixe. Mirovên aşîtîxwaz û demokratî heya dawiyê jî divê desteka xwe ya ji bo gelê Efrînê bidin nîşandan. Mirov dikare bêje di nava vê pêvejoyê de desteka navnetewî ya gelan ji bo gelê berxwedêr çêbûye û divê dewam bike. Divê hemû sazî û dezgehên aşîtîxwaz erka xwe ya demê bicih bînin. Divê xwedî helwest bin. Weke saziyê Dewletên Yekbûyî, Ewropa û yên dibêjin em parêzvanê mafê mirovan in, edaletê diparêzin hwd. divê bi erka xwe ya demê ve rabin. Ya ku serkeftîn misoger dike rihê berxwedaniyê ye xuşktî û biratiyê ye.
AKADEMIYA BERXWEDANIYA GELAN LI EFRÎNÊ YE
Mirov dikare bibêje ku di xwezaya Efrînê de rihê berxwedaniyê heye û her roja ku diçe ev rihê berxwedaniyê xwe mezin dike. Bi jiyana komunan jiyana xwe bi watedar dikin û axa xwe diparêzîn. Mirov dikare bêjî akademiya berxwedaniyana gelan li Efrînê tê jiyîn. Ji ber ku her neteweyek xwe di nava Efrînê de dibîne. Efrîn ji mirovahiyê re û ji netewa Kurd re gelek tiştan dibêje. Jiyana komunan didin avakirin û dikarin li hemberî hemû çûreyên êrîşan parastina xwe bikin. Dema ku civak ji xwe bawer be, îrade û hêza xwe ya çewherî bidest xistibe dikare li hemberî hemû êrîşên dagirkeriyê serkeftînê bidest bixin. Evf rihê komunan û wêrektiya nirxên mirovatiyê ye.
Ji neteweya Kurd re û jî hindek hêzên siyasî yên Kurdistanî re jî dibe derseke mezin. Gelê Kurd divê bi hemû saziyê xwe, partiyên xwe yên siyasî ve û bi hemû hêza xwe ya civakî ve yekbûna xwe bide avakirin. Divê neteweya xwe ya demokratîk û yêkîtiya xwe ya netewî di nava xwe de bide avakirin. Gel û civak ne mecbûr in bi vî halî ku heyî bimeşin. Şêwazeke dî ya jiyanê divê hebe.
YPJ HÊZA WELATPARÊZIYÊ YE
YPJ weke saziyek ya parastinê ya hêza gelê Kurd hatiye avakirin, parastina gelê Rojava û jinan dikin. Tenê bi YPJ e ve girêdayiye nîne, Hêzên Asayîşê, parastîna cewherî û hwd. din. Em dikarin bibêjin ku hêza xwe ya parastinê di her milekê de dane avakirin. Di rêgeza jina azad de welatparêziya axê her dayîm di pêş de ye. Jin ku nirxên xwe yên civakî diparêziz, mirov dikare bêje ku bi pîvanên xwe yên azadiyê re jî dilsozi n. Jinên Efrînê jî li ser bingehê welatparêziyê têdikoşin. Cihê ku parastîna jinê lê hebe, şideta ku li hemberî jinê tê meşandin jî kêm dibe. Jin bi helwesta xwe, bi sekna xwe zilaman jî didin diguherîne. Zilamê desthilatdar, nikare li hemberî jina rêxistinkirî rabe.
ÎRADEYA JINAN AZAD ARTÊŞA DAGIRKERIYÊ TÊK DIBE
Bi dagirkeriya faşîzmê xwestîn bi rêbazên xwe yên qirêj, îradaya ku heyî û berxwedaniya ku heyî bişkînin, di şexsê vîna jinê de xwestin ku vê bikin. Lê belê em dikarin bibêjin berxwedaniya Avesta Xabûr û Barîn Kobanê carekê din ‘hîlal’ên faşîzam Erdogan û hevalbendê wî têk birin, bi berxwedaniya xwe. Gotin wê tu hêz nikaribe i hemberî îradeya jina azad, bisekine. Dagirkeriya Tirk ji bêhêziya xwe êrîşî cenazeyên jina Kurd dikin. Mirov dikare bibêje, ev binketina artêşa Tirk e. Ji ber ku nikarin bi rêbazên rast têbikoşin û li hemberî îrada gelê Kurd û jina Kurd têk çûye. Bi wan kiryarên xwe yên qirêj dixwazin çavê jinan bitirsînin. Lê tam berevajî, her roja ku diçe berxwedaniya jinan li hemberî kirêtî û qirêjiya wan hêza xwe ya têkoşînê geş dikin. Divê ew li hemberî van kiryarên xwe yên qirêj fedî bikin û di dagehên mafê mirovan de bêne dadgehkirin. Heskirina jinê ya li hemberî jiyana azad, wê tu hêzên dagirkeriyê nikaribin bişkînin.
DI DÎROKA DEWLETA TIR DE RÊVEBERÎ HER FAŞÎST E
Dagirkerî û faşizma xwe hem li ser gelê Tirk, hem jî li ser gelê bakurê Kurdistan dide meşandin. Bi kiryarên xwe yên faşîzmê dixwazin gelê Bakurê Kurdistan bêdeng bike û îrada wî bide şikandin, bi girtin û kuştinan. Lê wê nikaribe li hemberî hêza gel bi ser bikeve. Bi dagirkeriya xwe ve sinorên bakurê Kurdistanê jî derbaz kirine. Dijminahiya ku li hemberî gelê Kurd dide meşandin, faşîzma wî je derbas kiriye. Kesên demokrat û azadîxwaz gotin li hemberî dagirkeriya Efrînê û şer gotin şer tendirûstiya civakê xirap dike, ev heman rojê hatin girtin. Niha kesek nikare li ser tevna civakî tiştekî bibêje, hema di cih de wan digirin. Ev bêhêzbûna dewleta Tirk nîşan dide.
WÊ HESABEN VAN ROJAN BÊNE XWESTIN
Li hemberî vê sekna birûmet, mirov dixwazin dengê xwe derxin. Lê belê Erdogan bi dagirkeriya xwe ve mirovan digire. Ev jiyan wê wisa berdewam neke û ev şer jî wê her nebe. Her divê ku li cihekê çareseriyek pêş bikeve û hesabên van rojan jî bêne xwestin. Gelê Efrînê û şervanê wan jî îdîa dikin ku wê xaka xwe bernedin û ew jî îdîa dikin ku wê dagikeriya xwe bidomînin. Divê çareseriyek were dîtin û hêzên navnetewî yên ku rol dikeve ser milê wan, divê erka xwe ya demê pêk bînin. Divê gelê Tirk û kesên demokratîk jî misyona ku dikeve ser milê wan di van deman de pêk binin. Kesên ku li hemberî vê dagirkeriyê dengê xwe derxiste em wan jî silav dikin.
Hikûmeta faşîst ya AKP’ ê dixwaze rojevê bide guhartin, bi tacîz û tecewizên xwe. Heya dawiyê bêexlaqî di nava civakê de daye bilavkirin. Şiddet û milîtarizmê di nava civakê de pêş dixe. Li hemberî vê dagirekiyê jinên Tirk û Kurd nerazibûnê xwe dan nişandan di qadan de, ji bo ku li ser nerazibûnê gel bigirin rojeveke wisa ya zîna dixin rojevê.
Bangewaziya min ev e; ev xwedî derketina heya niha çêbûye, bête berdewamkirin li her çar parçeyên welat û jî derveyî welat. Ev xwedî derketinekê birûmet e. Gelên navnetewî jî divê vê desteka xwe berdewam bikin û ez wan jî silav dikim.
Roja Heştê Adarê û Newrozê jî li pêşiya me ye, bi rihê netewî xwedî li van roja derketin pêwîst e. Jinên cîhanê û yên Kurd divê bi rihê berxwedaniyê Efrînê re roja Heştê Adarê û Newrozê bidin pîrozkirin.