Stenbolê herî kêm 15 kes hatin destgîrkirin

Di operasyona qirkirina siyasî ya li Stenbolê de rêveberên rêxistina bajar û navçeyê yê HDP’ê di nav de 15 kes hatin destgîrkirin.

Di saetên sibehê de li hemberî gelek kesan ku di nava wan de rêveberên rêxistina bajar û navçeyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê operasiyona qirkirina siyasî pêk hat. Di serdegirtina malan ên li Sûltanbeylî, Sancaktepe, Esenyûrt, Sûltangazî û Kartalê de 15 kes hatin destgîrkirin.

Navê kesên hatinî destgîrkirin wiha ye:

“Elvan Ûçar Kordû, Ferhat Yildiz, Ramazan Kûnî, Ayatûllah Yavûz, Erol Aktaş, Veysel Ozdaş, Nîzamettîn Açik, Metîn Beyret, Sûat Yildiz, Selîm Boga, Bîlal Adiguzel, Bedrettîn Aytûn, Kerbela Bakir, Îsmaîl Înedî (75), Îlknûr Yûsûfoglû.”