Steîncbach got, Erdogan ji bo xewn û xeyalên pergala seroktiyê dikare her tiştî bike û wiha şîrove kir:’’Ji hêla teorîk ve kesekî ku şerê Kurdan di vê astê de dayî destpêkirin dikare darbeyek wiha jî bisewirîne.’’
Steîncbach got, ji ber ku Erdogan ji ‘hewldana darbeyê’ Fethullah Gulen û tevgera wî berpirsyar dibîne beralîkirina polêsan û darazê ya têkildarî vê grûbê dibe ku zêdetir jî bibe.
PIR ZEHMET E KU HAYA ERDOGAN Û SEROKERKAN JÊ NEBE
Steînbach qebûl kir ku tiştên şevê dî rû dayin ‘surprîz’ek bûye û li gel vê jî ne pêkan e ku haya Erdogan û rêveberiya artêşê ji van plansaziyan nebe.
Steîncbach diyar kir piraniya Tirkiyê bawer dike ku ev honakek e û di vê der barê de ew Erdogan sûcdar nake lê dîsa jî gelek pirsên bê bersiv hene. Steînbacg wiha got: ‘’ Ez naxwazim ku Erdogan bi tiştekî sûcdar bikim. Lê tiştên bûyin gelek pirsan bi mirov re çêdikin. Dema ku mirov li sazûmanbûna artêşê dinere, mirov şaş dihêle wek ku ev darbe ji nişka ve pêk hatibe. Di artêşê de her kes têkildarî her kesî de xweyî agahiyekê ye,serwîsa îstîxbaratî ya artêşê heye. Serfermandarê giştî û yên pêre jî û Erdogan dibêjin wan hay ji bûyerên nav artêşê nîn in.’’
‘ERDOGAN HEZ DIKE KU BI AGIR BILÎZE’
Li ser pirsa, ‘’çi berjwendiya Erdogan ji darbeyeke wiha heye?’ Steînbac got, ‘’Erdogan hez dike ku bi agir bilîze.’’ Steînbach got Erdogan ji bo xeyala xwe ya herî mezin ku wê jê re rê li ber desthilatdariya herî zêde veke, ‘’ji bo pergala serokatiyê pêk bîne, dikare tiştên hê meztir bike.’’
‘KESEKÎ KU ŞEREKÎ EV ÇEND MEZIN LI DIJÎ KURDAN DAYÎ DESTPÊKIRIN DIKARE DARBEYÊ JÎ BIKE’
Steînbach bi bîr xist Erdogan sala çûyî ji bo ku cihê xwe qeyîmtir bike li dijî Kurdan şerekî ev çend mezin daye destpêkirin û wiha got: ‘’Ji hêla teorîk ve kesekî ku ev kiribe, li dijî hikûmetê jî dikare darbeyeke wiha bisêwirîne.’’ Steîncbach bal kişande ser wê ku armanca Erdogan ew e ku bi vî awayî daxwaza zêdekirina hêza xwe û rayeya xwe dikare hêsantir pêk bîne.
Steîncbach got, hê zû ye ku bi ‘’tiyatro’’yê were sûcdarkirin û ‘’pêvajoya piştî hewldana darbeyê wê vê nîşan bide.’’
ÛDO STEÎNBACH KÎ YE?
Prof. Dr. Ûdo Steînbach 1943’an hatiye cihanê. Salên 1971-1975’an li Munîhê Weqfa Siyaset û Zanistê beşa Rojhilata Navîn bi rê ve biriye. Steînbach ji 1976’an heya bi 2006’an serokatiya Enstîtuya Şerqê ya Elman ku navenda wê li Hambûrgê ye kiriye û ji 1991’ê ve li Zanîngeha Hambûrgê profesorê rûmetê ye. Steînbach di salên 2008-2010’an de li Zanîngeha Marburgê li Beşa Lêkolîna Rojhilata Nêz peywira hîndekariyê dike û li ser Rojhilata Navîn û cîhana Îslamê gelek berhem dane.