Stehn: NA ji dîktatorî û zilmê re
Stehn: Em dibêjin, NA ji dîktatorî û zilmê re, NA ji dengekî bi tenê re. Ji ber ku em dixwazin hemû gelên li vê erdnîgariyê bi deng û rengê xwe bijîn. Ev yek pîvana me ya demokratîk e.
Stehn: Em dibêjin, NA ji dîktatorî û zilmê re, NA ji dengekî bi tenê re. Ji ber ku em dixwazin hemû gelên li vê erdnîgariyê bi deng û rengê xwe bijîn. Ev yek pîvana me ya demokratîk e.
Endama Rêveberiya HDK-Elmanya û Ewropa Leman Stehn ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser girîngiya referandûmê.
Stehn diyar kir dengê her kesî gelekî girîng e û got, "Em bang li her kesî dikin ku dengê NA bidin. Em dibêjin, NA ji dîktatorî û zilmê re, NA ji dengekî bi tenê re. Ji ber ku em dixwazin hemû gelên li vê erdnîgariyê bi deng û rengê xwe bijîn. Ev yek pîvana me ya demokratîk e. Rejîma AKP'ê bi salane li Tirkiyeyê bi dengekî bi tenê êrîşî mafên wekhev ên pirrengiyan dike."
Stehn bal kişand ser êrîşên li inan tên kirin û got, "Haya me hemûyan jê heye, ku di dema rejîma AKP'ê de mafên jinan bi çi rengî tên binpêkirin û jin tên kuştin. Bi sedan jin hatin kuştin. Pêwîste em dengê jinê bilind bikin û piştgiriyê bidin."
Stehn ragihand, ku divê ew li ber sûcên nefretê û sorkirina bi rêya ol û neteweperestiyê rabin û got, "Ji bo em bi hev re bibin xwedî mafê demokratîk, em bang li gelan dikin ku dengê NA bidin."
Stehn bikaranîna penaber û mexdûrên şer weke şantajê ji aliyê Tirkiyeyê ve bibîr xist û destnîşan kir, ku ev şantaj ne ya qebûlkirinê ye.
Leman Stehn got, "Weke mirovên li vê derê dijîn, pêwîste em li polîtîkayên Elmanyayê yên bi Tirkiyeyê re bipirsin. Beriya niha bi 100 salan qirkirin li Ermenî, Suryanî û Pontûs-Rûman hat kirin. Piştre komkujî li Dersîmê hat kirin û bi komkujiyên li Cizîr, Sûr, Lice û Nisêbînê dewam kir. Hê qirkirineke siyasî heye ku didome û gelê Kurd di hedefê de ye.
Pêwîste hemû gel destê bidin Kurdan. Kes nikare bêje 'em nizanin bê çi diqewime'. Di medya civakî de bûyer û rewş kêlî bi kêlî tên nîşandan. Pêşîgirtina li qirkirinan berpirsyariyeke însanî ye û di destê me de ye. Em ê bi hev re tevbigerin."