Spîegel: PDK çekên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê jê re hatin dayîn, li dijî Êzidiyan bi kar tîne

Elmanya ji PDK'ê ne razî ye, ji ber ku çekên ji bo parastina Êzidiyan ji Elmanyayê hatibûn şandin, PDK niha li dijî Êzidiyan bi kar tîne.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, ji ber bikaranîna çekên Elman li dijî Êzidiyan, ji PDK'ê daxuyaniyek hatiye xwestin. Hat ragihandin, ev mijar wê li Meclîsa Elmanyayê jî bê nîqaşkirin.

Di dîmen û wêneyên ANF û malpera nûçeyan a Êzidîpressê de jî hat dîtin, ku koma çete ya bi navê 'pêşmergeyên rojava' dema êrîşî bajarokê Xanesor ê Şengalê dike, çekên Elman bi kar tînin. Vê yekê rê li ber nîqaşan vekir.

Yek ji girîngtirîn saziyên çapemeniyê yên Elmanyayê Spîegel Onlîne, bi sernavê "Milîsên Kurd (PDK) bi çekên Elman li dijî Êzidiyan şer dikin" nûçeyek weşand. Di vê nûçeyê de hat ragihandin, çekên ku ji bo li dijî DAIŞ'ê bên bikaranîn Elmanyayê da PDK'ê, niha li dijî YBŞ'ê tên bikaranîn.

DÎMENÊN ANF'Ê HATIN NÎŞANDAN

Di nûçeyê de hat ragihandin, tevî çekên G3 û G36, fuzeyên antî tank MÎLAN û gelek wesayîên leşkerî ji bo li dijî DAIŞ'ê werin bikaranîn hatine dayîn bal hat kişandin ser dîmenên ANF'ê.

Di dewama nûçeyê de dîmenê 2 gerîlayên ji bo rawestandina şer derketine pêşiya wesayîtên zirxî yên PDK'ê tê nîşandan û tê destnîşankirin, ku ev dîmen hemû rastiyê radixe pêş çavan. Di nûçeyê de tê gotin, ev wesayîtên zirxî yên di dîmen de tên dîtin wesayîtên Elman ên bi tîpa 'Dîngo' ne.

'YÊN KU BI BIRYARDARÎ LI BER DAIŞ'Ê RABÛN, ENDAMÊN YBŞ'Ê BÛN'

Spîegel Onlîne da xuyakirin, ku YBŞ a bûye hedefa PDK'ê, di nava Kurdên Êzidî yên Şengalê de piştgiriyeke xurt dibîne û ji bo endamên YBŞ'ê jî ev şîrove hat kirin: "Ji ber ku yên li Sîncarê (Şengal) li dijî DAIŞ'ê bi biryardarî sekinînin pêşmerge nebûn. Yên bi biryardarî sekinînin, hevalbendên PKK'ê bûn."

Di dewama nûçeyê de bal hat kişandin ser wêneyên di malpera Êzidîpressê de hatin weşandin û hat gotin, "Pêşmerge li Xanesorêdi şer de çekên G36 li dijî Êzidiyan bi kar tînin."

MIJAR WÊ DI MECLÎSA FEDERAL DE BÊ NÎQAŞKIRIN'

Spîegel Onlîne her wiha cih da nêrînên Parlamenterê Partiya Çep a Elman Jan van Aken ên li ser mijarê, ku van Aken dibêje, "Cihê tirs û fikaran e, ku çekên artêşa Elman daye, her wiha perwerdeya leşkerî daye, ji bo careke din zext û sirgûn li ser Êzidiyan bê ferzkirin, tên bikaranîn."

Van Aken diyar kir, ku mijar wê di rojên pêş de li Meclîsa Federal bê nîqaşkirin.

DAXUYANÎ JI PDK'Ê HAT XWESTIN

Di nûçeya Spîegel Onlîne de hat ragihandin, ku bikaranîna çekên Elman li dijî Êzidiyan ji aliyê Sefaretxaneya Elmanya ya li Bexdayê ve ji nêz ve tê şopandin û hikûmet vê mijarê gelekî cidî dibîne. Li gorî nûçeya Spîegel Onlîne rayedarekî Wezareta Parastinê diyar kiriye, Elmanyayê li ser vê mijarê daxuyanî ji PDK'ê xwestiye.