Sozên azadiyê di 24 saetan de bûn yek yek!
Sozên azadiyê di 24 saetan de bûn yek yek!
Sozên azadiyê di 24 saetan de bûn yek yek!
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ku duh sozên "azadiyê" li amedê da, li Bismilê careke din got, "yek welat, yek milet". BDP û Şaredariyên BDP'ê kir hedefa xwe.
Serokwezîrê Tirk Erdogan ê ji bo hilbijartinê hat Amedê, li Bismilê beşdarî merasîma vekirinê ya giştî bû.
Serokwezîr ku di mîtînga duh a ji bo vekirina Xaçerêya Kantar Koprulu de her behsa "azadî" û "demokrasiyê" kir, di merasîma vekirinê ya li Bismilê de vê carê bi ser Şaredariyên BDP'yî de çû.
Erdogan diyar kir ku wan kesên dibêjin "êdî bese" îro jî dîtine û îdîa kir ku wan dîtine ka pêvajoya çareseriyê Amedê çawa ji binî ve guhertiye.
Erdogan da xuyakirin ku peyamên wî duh dane bi tenê destpêk bûne û got, "Eger pêvajoya çareseriyê di nava salekê de ewçend guhertin çê kiribe, hingî hûnê bibînin ka di nava çend salan de wê çi guhertinê bike. Em hêvîdarin ku dê ev pêvajo mîna goka ji berfê mezin bibe. Bi mezinbûnê re bi pêş bikeve."
Mîna li Amedê li Bismilê jî banga destekkirina pêvajoya çareseriyê kir.
Erdogan piştre der heqê armanca esasî ya serdana xwe de axivî û bi ser Şaredariyên BDP'ê ve ajot. Erdogan îdîa kir ku Şaredariyên BDP'yî "xizmeteke kêm" didin û piştre BDP û Kurd sûcdar kir.
Erdogan got, "Ji ber ku ji xwîn û canê ciwanan xwe xwedî dikin. Ew xwe ji narkotîkê xwedî dikin. Ew xwe ji kaos, krîz, mirin û êşê xwe xwedî dikin. Ew xwe ji xizaniyê xwedî dikin. Em êdî firsendê nedin wan. Ez dibêjim em firsendê nedin xerabûna vê pêvajoyê."
Erdogan îdîa kir ku înkar û asîmîlasyon di dema desthilatdariya wan de bi dawî bûye Û careke din diyar kir ku hemû cihêrengiyên li Tirkiyê yek milet in. Erdogan îdîa kir ku Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Gurcu û gelek pêkhateyên din ên qewmî di nava gotina milet de cih digirin û careke din got, "yek al û yek dewlet." Erdogan got, "Yek al, yek miletê van birayên min hene. Û rengê vê alê rengê xwîna şehîdên me ye. Heyv nîşaneya serxwebûna me ye. Stêrk nîşaneya şehîdên me ye. Eger welê ye hingî welatekî me, miletekî me, aleke me, welatekî me, dewleteke me heye. Pêwistiya me bi alên din nîne. Ji yên hewl didin welatê me parçe bikin rê nîne. Emê bibin yek, emê xurt bibin û emê bi hev re bin. Emê bi hev re bibin Tirkiye."