Sosyalîstan destek dan daxwaza xweseriyê

Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Seroka Giştî ya Malên Gel Oya Ersoy û Seoka Giştî ya Partiya EMEK'ê Selma Gurkan ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin ku divê hurmet ji mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe re bê dayîn.

Partiyên sosyalîst destekeke tam dan daxwaza xweserî/xwerêveberiyê yên tevger û gelê Kurd. Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Seroka Giştî ya Malên Gel Oya Ersoy û Seoka Giştî ya Partiya EMEK'ê Selma Gurkan ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin ku divê hurmet ji mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe re bê dayîn.

'DIVÊ HURMET JI PÊŞNIYARA GELÊ KURD A JIYANA BI HEV RE BÊ NÎŞANDAN'

Serokê Giştî yê ODP'ê û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Hezîranê Alper Taş diyar kir ku xweserî/xwerêvebirin ne projeyeke cihêkirinê ye, berevajî pêşniyara gelê Kurd a ji bo jiyana bi hev re ye. Taş got, "Xweserî, li welatekî hevpar îdareya jiyana li ser bingeha statuya xweser a gelê Kurd e. Girîng e hurmet ji vê rêveberiyê re bê nîşandan û qîmetê xwe were zanîn." Taş ragihand, ku ji bo axaftin li ser xwerêveberiyê bê kirin, divê di destpêkê de çek bêdeng bibin.

'AKP DIXWAZE KURDAN BÊ STATU Û BÊ DÎROK BIHÊLE'

Taş bibîr xist ku daxwaza xwerêveberiyê daxwazeke demokratîk û însanî ya gerdûnî ye û destnîşan kir, ku weke partiyeke sosyalîst ew hurmetê nîşanî vê daxwaza jiyana bi hev re ya gelê Kurd didin, ku di çarçoveya pîvana mafê diyarkirina çarenûsa xwe, daniye holê. Taş da zanîn ku daxwazeke bi vî rengî wê welêt parçe neke, berevajî wê bike yek û xxurttir bike. Taş da xuyakirin ku bersiva bi polîtîkayên ewlekariyê ya li hemberî vê daxwazê, wê welêt parçe bike û anî ziman ku konsepta şer a AKP'ê hewldana ji bo bêsatatu hiştina Kurdan e. Taş diyar kir ku AKP dixwaze Kurdan bê statu û bêdîrok bihêle û destnîşan kir ku Kurd wê qebûl neke ku di sedsala 21'an de êdî bêstatu bijîn."

'XWESERÎ HEM JI BO ROJAVA HEM JÎ JI BO ROJHILATÊ FIRATÊ PÊWÎSTIYEK E'

Seroka Giştî ya Malên Gel Oya Ersoy diyar kir ku daxwaza gel û tevgera Kurd a xweseriyê, mafdar û demokratîk e. Ersoy da xuyakirin, ku divê gel bi xwe biryarê bidin ku dixwazin bi çi rengî werin birêvebirin û got, "Ev yek ji Derya Reş heta Trakya, ji rojava heta rojhilatê Firatê ji bo her kesî derbas dibe." Ersoy got, "Mafê mirovan heye ku li welatekî demokratîk bijîn" û destnîşan kir ku bi tank, top, binçavkirin û girtinan re hewl tê dayîn ev mafê mirovan ji dest bê girtin.

'XENDEK BAHANE YE, ARMANC; ŞIKANDINA VÎNA KURDAN E'

Ersoy bibîr xist ku navçe û taxên ku dewlet li Kurdistanê êrîşê dibin ser wan, herêmên ku HDP'ê ji sedî 80-90 ê dengan lê wergirtiye û da zanîn ku Qesr û AKP di bin navê xendekan de tolê ji hilbijêrên Kurd hiltîne. 

Ersoy da xuyakirin ku şerê niha tê meşandin, ne şerê li hemberî xendekan an jî PKK'ê ye, êrîşa topyekûn a li hemberî gelê Kurd e. Ersoy destnîşan kir ku di vir de xendek, ji bo êrîşê bahaneyeke AKP'ê ye. Ersoy ragihand ku li vî welatî divê li ser her tiştî nîqaş were meşndin, lê beriya her tiştî şer bisekine û got, "Niha şerek heye, ev şer jî li hemberî gelê Kurd hatiye destpêkirin. Ev dewlet, bi tî, birçîhiştin, qutkirina elektrîkê, bombekirina tax û kolanan û bi tankan re şer dike. Divê karê me yê destpêkê, sekinandina vî şerî be."

'GIRÎNG E HÊZÊN DEMOKRASIYÊ, POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN AKP'Ê PÛÇ BIKIN'

Seroka Giştî ya Partiya EMEK'ê Selma Gurkan da zanîn ku hikûmeta AKP'ê, li şûna çareseriay pirsgirêka Kurd her tim polîtîkayên xwe ferz dike û anî ziman ku şerê li bajarên Kurdan tê meşandin êdî veguheriye komkujiyê. Gurkan bang li hemû hêzên ked, demokrasî û aştiyê kir, ku têkoşîna xwe mezin bikin, bibin yek û polîtîkayên şer û qetlîamê yên AKP'ê pûç bikin. Gurkan got, "Divê weke parçeyek ji têkoşîna demokrasiyê, xwedî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê derketin."

'DIVÊ DAXWAZA STATUYÊ YA GELÊ KURD BÊ NASKIRIN'

Gurkan ragihand ku divê daxwaza xweserî/xwerêveberiyê ya gelê Kurd di çarçoveya mafê xwestina diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan bê nirxandin û got, "Divê daxwaza rewa û madar a gelê Kurd der hal bê naskirin." Gurkan bi vê armancê banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir.