Li gorî daneyên Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hejmara sivîlên ji hefteya bihurî û vir ve ji herêmên di bin dorpêçiya hêzên rejîmê de ne reviyan e, 50 hezar derbas kiriye.
Di daxuyaniya Saziya Çavdêriyê de hat ragihandin, 20 hezar ji van sivîlan xwe li herêmên Helebê yên di bin kontrola hêzên rejîmê de ne, girtine. Di daxuyaniyê de hat gotin, 30 hezar sivîlan jî xwe gihandine herêmên di bin kontrola 'şervanên Kurd' de ne.
Piştî ku gelek taxên li rojhilatê Helebê ketin destê rejîmê, komên çete yên El Nûsra û hevkarên wê, nîvê herêmên li rojhilatê bajêr ên di destê wan de bûn, winda kirin.
Di daxuyaniya YPG'ê de hatibû gotin, "Ji ber vê yekê, li taxên Bustan Paşa û Hulik ên li rojhilatê Helebê, korîdorek însanî ya ji bo sivîlan hate vekirin û 6 hezar sivîl ji herêmê hatin derxistin."
Ji daxuyaniya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê tê fêhmkirin, piraniya sivîlên ji şer direvin dixwazin xwe bigihînin YPG'ê û li herêmên ewle bi cih bibin.