Snowden reviya Rûsyayê

Snowden reviya Rûsyayê

Edwan Snowdenê ku bû sedema skandala guhderkriinê a di Saziya Ewlekariya Netewî a DYA’yê (NSA) de, piştî Washingtonê îadeya wî xwest reviya Rûsyayê.

Di derbarê mijarê de hikumeta Hong Kongê daxuyaniyek da û li rexmî DYA’yê daxwaz kir Snowden bê îadekirin jî, hikumeta Hong Kongê destûra ji welat derketinê weke “belgeyên ku DYA’yê şandibûn ne li gorî pêwîstiyên zagonî ên hiqûqa Hong Kongê ne” hincet nîşanda.

Hatibû ragihandin ku, DYA ji bo îadekirina Snowden bi rayedarên hikumeta Hong Kongê re ketibû têkiliyan. Şêwirmendê Ewlekariya Netewî a Qesra Spî Tom Donilon ji kanala CBS a Amerîkayê re axivî bû û dabû diyarkirin ku, DYA ji bo Snowden derxîne beramberî dozger “hincetek wê ya baş heye” û ew li bendêne ku, hikumeta Hong Kongê hevpeymana îadekirina bersûcan bicih bîne.

Di vê navberê de daxuyaniyên ku ji rojnameya South China Morning Post hatin kirin jî, DYA korsantiya komputeran a Çînê hedef girtiye, hate îdîakirin ku şîrketa telefonên berîkê û du zanîngeh jî di hedefa DYA’yê de ne.