Siyasetmedarên Kurd ên li Wanê tên darizandin: Em parastinê nakin

Siyasetmedarên Kurd ên li Wanê tên darizandin: Em parastinê nakin

Parêzer Firat Anli di rûniştina doza siyasetmedarên kurd a Wanê de parastin kir û diyar kir ku gelê kurd di dîroka komarê de her tim hate înkarkirin û wiha got: "Lê pêvajoyekî nû dest pê kir. Birêz Ocalan di Newrozê de anî ziman, divê hemû kes tevkariyê bide pêvajoyê." Siyasetmedarên kurd jî diyar kirin ku doz siyasî ye û ji ber vê yekê parastinê nake.

3'emîn rûniştina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di nav de 8 jê girtî 13 kesên ku ji doza KCK'ê tên darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê dest pê kir. Di rûniştinê de li gel girtiyan, endam û rêveberên BDP'ê, şaredarên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyê, Parlamenterên BDP'ê Ozdal Uçer, Nazmi Gur, Husamettin Zenderlîoglu, Demîr Çelîk, Şaredarê Yenîşehîrê yê berê Firat Anli, endam û rêveberên BDP'ê yên Wanê, nûnerên ÎHD, Saziyên sivîl ên civakî û parêzerên Baroya Wanê jî di navde gelek kes amade bûn.

'EM PARASTINÊ NAKIN'

Di rûniştinê de ewil Şaredarê Wanê Bekîr Kaya bi kurdî axivî û diyar kir ku li dadgehê dirzandinekî hiqûqî tuneye û wiha got: "Tu heviya min bi vê dadgehê tuneye. Ji ber wê yekê ez li benda tu tiştî ji we nin im û ez parastinê nakim." Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê yê berê Parêzer Cuneyt Canîş jî diyar kir ku darizandina li ser seraryoyekê hatî avkirin tu gotin tune ne. Li ser gotinên Canîş serokê dadgehê pirsa "Tu dixwazi di huzura tercuman de parastinê bikî" pirsî û Canîş jî bersiva "Hewcehiya me bi tercuman tuneye. Heke hûn fêmnekirin hûn ji xwe re werger bigirin." da. Pişt re siyasetmedarên din ên kurd jî mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku ew jî paratinê nakin. Piştî parastina girtiyan Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur axivî û diyar kir ku muwekîl bi temamî anîn ziman ku doz siyasiye û ne tirkî ne jî kurd parastinê nakin anîn ziman.

'LI TIRKIYEYÊ HIQÛQA DUALÎ TÊ BIKARANÎN'

Pişt re Parêzer Firat Anli yê ku di doza serek ya KCK'ê de demek dirêj di girtîgehê de ma parastinekî berfireh kir. Anli, diyar kir ku ji sala 2002'yan heta niha yekemîn car cubeyê parêzer li xwe dike û wiha got: "Daxwaza vî gelê tenê jiyanekî bi însanî ye. Ev erdnîgarî her tim ji çand û jiyanê bêpar hate hiştin. Înkar ji avakirina komarê heta niha heye. Ev înkar tenê li ser vê erdnîgariyê na li tevahiya Tirkiyeyê heye." Anli, bal kişand ser darizandinê û wiha axivî: "Ev der girtîgeh e yanî cihê mirovan cezayên xwe lê kêşandin e. Cihê edalet pêk bê nîn e." Anli, da zanîn ku ji ber pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê hiqûqa dualî tê bikaranîn û li ser îfadeyên şahidekî nepen darizandin nayê kirin. Anli, xwest ku operasyonên bi navê KCK'ê yên di 14'ê nîsana 2009'an de dest pê kirin bi dawî bibin û bêhiqûqiya pêk tên ji holê bê rakirin û wiha pê de çû: "Bêhiqûqiya bi Dadgehên Îstîklalê dest pê kir berdewam dike. Hûn jiyan û ramanên mirovan didarizînin. Mafê ew yê vê yekê tuneye. Hûn nikarin mirovan ji ber ramanên wan bidarizînin." Anli, bal kişand ser pêvajoya di 21'ê Adarê de dest pê kir û wiha got: "Di 21'ê Adarê Newrozê de bi peyama Birêz Ocalan pêvajoyekî nû dest pê kir. Hûn nikarin vê yekê başguh bikin. Ji ber vê yekê biryara li vir derbikev ji bo pêvajoyê gelek girîng e." Anli, di axaftina xwe de gotinên Hazreti Alî yên "Li hemberî neheqiyê bêden nemînin. Heke hûn mafê xwe winda bikin hûn dê şerefa xwe jî winda bikin."

'LI VIR PARTIYEKÎ SIYASÎ TÊ DARIZANDIN'

Serokê Baroya Wanê Prz. Murat Tîmur jî diyar kir ku di dosyayê de partiya siyasî yanî BDP tê darizandin û wiha got: "Dozger dibêje em BDP'ê nadarizînin. Lê ew jî di îdîanameyê de dibêje partiya siyasî ya sivîl a PKK'ê. Wê demê em dê ji kê bawer bikin. Li vir partiyekî siyasî tê darizandin zelal e. Şahidê nepen nayin guhdar nakin. Li ser vê yekê parêzeran hedef nîşan didin. Azadiya ewqas mirovan ji gumana şahidê nepen a "ez dê deşîfre bibim" kêmtir nîn e. Ji ber vê yekê em îfadeyên şahîdê nepen qebûl nakin. Heta lêpirsîna çapraz pêk neyê îfadeyên şahidên nepen rastî nîn in. Serokê dadgehê tu pirsek jî şahidê nepen nekir." Prz. Kerem Akdogan jî diyar kir ku ew hêj bawernakin şahidê nepene heye.

Piştî parastinê navbera nîvro hate dayîn.