Siyasetmedarên Fransayê wê nobeda berxwedanê bigirin
Siyasetmedarên Fransayê wê nobeda berxwedanê bigirin
Siyasetmedarên Fransayê wê nobeda berxwedanê bigirin
Siyasetmedarên Fransayê çûn serdana berxwedana nobeda sînorê Kobanê-Pirsûsê. Heyeta ji Partiya Komunîst a Fransayê, dij-kapîtalîst û Alternatîfa Lîberal pêk tê îşev wê nobeda berxwedanê bigirin.
Serdanên heyetên biyanî ya ji bo xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê didome. Ji partiya Komunîst a Fransayê Joel Dutto, ji Partiya Dijkapîtalîst (NPA) Mireille Court û Yann Puech, ji Alternatîfa Liberal Leveque, ji dostên Kurdan ên Îngîlîstanê Yvan Tellier û rojnamevan Bruno Deniel Laurent û Chris Den Hond çûn serdana Şaredariya Pirsûsê. Heyetê li salona konferansê ya şaredariyê ji endamên Komeleya Piştevaniya bi Rojava re Faruk Tatli û hevserokê DBP’a navçeyê Îsmaîl Kaplan û ji komîsyona krîzê ya
Kboanê Feleknas Uca û Serhat Tum der barê geşedanên Kobanê û Pirsûsê de agahî girt. Piştre heyet çû serdana konbajaran û wê li gundê Mehserê nobetê bigirin.