Siyasetmedarên Elman ji bo Ortakaya daxuyanî dan
Siyasetmedarên Elman ji bo Ortakaya daxuyanî dan
Siyasetmedarên Elman ji bo Ortakaya daxuyanî dan
Komek ji siyasetmedarên Elman, ji bo Kader Ortakaya ya berî hefteyekê li ser sînorê Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, daxuyaniyeke hevpar da. Siyasetmedarên ji Partiya Çep, ji malbat û hevalên Ortakaya re sersaxî xwestin û bi awayekî tund hikûmeta AKP'ê rexne kirin.
Ji bo xwendekara master a Zanîngeha Marmarayê Kader Ortakaya ya di dema avakirina zincîra ji mirovan a li ser sînorê Kobanê de hat qetilkirin, komek ji siyasetmedarên Elman daxuyaniyek da. Siyasetmedarên ji Partiya Çep, xemgîniya xwe anîn ziman. Navên mora xwe avêtin binê daxuyaniyê wiha ne:
Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke, Parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Hessenê Barbara Cárdenas, Endamê Meclîsa Bajarê Nurnbergê Marion Padua, namzetê parlamenta Eyaleta Hamburgê Martin Dolzer, Endama Meclîsa Bajarê Kolnê Hamîde Akbayir, Endamê FKÊ Yilmaz Kaba, Koma Xebatê ya "Ji Tirkiyeyê re Demokrasî, ji Kurdistanê re Aştî" ya Partiya Çep.
Di daxuyaniyê de parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Hessenê Barbara Cárdenas da xuyakirin, ku hêzên ewlekariyê yên ser bi hikûmeta AKP'ê û Hîzbulkontrayan di meha derbasbûyî de 40 kes qetil kirine û got, "Hikûmeta Erdogan/Davûtoglû pêşî li piştgirîdayîna Kobanê digire, lê destûrê dide DAIŞ'ê."
Endamê Meclîsa Bajarê Nurnbergê Marion Padua jî xwest, ji bo dostaniya çekan a hikûmeta Tirk û DAIŞ'ê bi dawî bibe divê bêtir zext were kirin. Namzetê parlamenta Eyaleta Hamburgê Martin Dolzer jî ji malbat û hevalên Ortakaya re sersaxî xwest. Dolzer xwest Hikûmeta Elman a Federal Rojava nas bike û dawî li firotina çekan ji bo Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî bîne ku ev dewlet destekê didin DAIŞ'ê.
Di daxuyaniyê de herî dawî parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke jî diyar kir, ku qedexekirina PKK'ê êdî bêwate bûye, bal kiaşnd ser têkoşîna bi bandor a PKK'ê ya li hemberî DAIŞ'ê û xwest, navê PKK'ê tavilê ji lîsteya "rêxistinên terorîst" a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin.