Siyasetmedarên Danîmarkayî: PKK’ê ji lîsteya terorê derxin

Siyasetmedarên Danîmarkayî: PKK’ê ji lîsteya terorê derxin

Komeke hiqûqnas û siyasetmedarên Danîmarkayî ji bo ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin diyarkirin ku divê hikûmeta Danîmarkayê rewşa xwe li ber çavan derbas bike û di Parlametnoya Ewropayê de hewldan bên destpêkirin.

Parlamenterên berê Søren Søndergård, Av. Bjørn Elmquist, Preben Wilhjelm, parlamenter Nikolaj Villumsen, Serokê Komîsyona Lihevkirin û Aştiyê ya NY’ê Lave K. Broch Frederiksberg, endamê meclîsa şaredariyê Pernille Frahm, ji Komeleya Kurdisk Forum Kjeld Åkjer, Cîgirê Şaredarê Gladsaxe Serdar Benlî, Serokê berê yê Daîreya Plansaziya Bajar a Şaredariya Kopenhag Villo Sigurdsen, endamê meclîsa şaredariya Partiya Radîkal a bajar Skive Ditte Staun,  bang li hikûmeta Danîmarkayê kirin ku bila mohra ‘terorîstbûnê’ ya ji bo PKK’ê tê gotin li ber çavan derbas bike.

Siyasetmedaran daxuyaniyek nivîskî da û got: “DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir. Ên ku n,karibûn birevin hatin qetilkirin û yên ku reviyan berê xwe dan çiyayan. Piraniya Êzidiyên Şengalê  ji aliyê PKK’ê ve hatin veguhastin. Rizgarkirina wan bi saya PKK û YPG’ê pêk hatiye.

PKK ku nirxên mirovahiyê ji bin lingan derxist, mixabin hê di lîsteya ‘rêxistina terorê’ ya ku YE û DYA’yê amade kiriye de cih digire.

Li dijî vê çeteyên çavsor ku dijminê mirovahî û jinê ne, şervanên jin ên PKK û YPG’ê di eniya pêş de têdikoşin.

PKK ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek caran agirbest îlan kiriye û herî dawî bi hikûmeta Tirk re pêvajoya aştiyê destpê kiriye. Em vê pêvajoyê silav dikin û hêvî dikin ku aştî bê.

Em wisa difikirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê divê rewşa PKK’ê ya di lîsteya terorê de careke din li ber çavan bê derbaskirin.”