Partiya Gel û Partiya Keskan ên Awûstûryayê der barê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne de daxuyanî dan û xwestin, ku ev êrîşên li dijî gelê Kurd tavilê werin sekinandin.
Piştî Partiya Sosyalîst a Awûstûryayê (SPO) ku li ser desthilatdariyê ye, Partiya Gel a Awûstûryayê û Partiya Keskan a Awûstûryayê daxuyanî dan û xwestin, ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd werin sekinandin.
Serokê Koma Parlamentê ya Partiya Gel a Awûstûryayê û Parlamenterê Parlamenta Ewropayê Dr. Reînhold Lopatka da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê di bin navê têkoşîna li hemberî PKK'ê de artêşa Tirk sivîlan hedef digire. Lopatka şîdeta artêşa Tirk bi tundî şermezar kir û da zanîn ku divê ev şîdet tavilê were sekinandin.
PARTIYA KESKAN: BILA WEZARETA KARÊN DERVE TAVILÊ BIKEVE NAVA TEVGERÊ
Partiya Keskan a Awûstûryayê jî diyar kir ku divê Wezareta Karên Derve tavilê bikeve nava tevgerê. Li ser navê Partiya Keskan parlamenter Tanja Wîndbuchler daxuyanî da û got, "Wezîrê Karên Derve Sebatîan Kûrz divê binpêkirina mafên Kurdan ji nêz ve bişopîne û dest li vê rewşê werde."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dem hatiye êdî Wezîrê Karên Derve xwe nîşan bide û ji bo bidawîkirina şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd, bi lezgînî hevdîtinan bike.