Sîxurî li rêveberên HDP'ê hate ferzkirin

Rêveberên HDP'ê yên navçeya Esenyûrtê Hîcran Yildiz û Mûhammed Baran gotin, polîsan sîxurî li wan ferz kirine.

Zexta li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roj bi roj bi şêweyên cuda zêde dibe. Li gel doza girtinê û blokekirina hesabê alîkariya xezîneyê yê partiyê, dema dawî sîxurî li ser endam û rêveberên HDP'ê tê ferzkirin.

Eşkere bû ku herî dawî sîxurî li rêveberên HDP'ê yên navçeya Esenyûrt a Stenbolê hatiye ferzkirin.

Têkildarî vê yekê Hîcran Yildiz û Mûhammed Baran ku rêveberên HDP'ê yên navçeya Esenyûrtê ne ji ANF'ê re axivîn.

HEVDÎTINA DESTPÊKÊ

Mûhammed Baran anî ziman ku destpêkê bi telefonê li wî geriyane û bang lê hatiye kirin ji bo biçe qereqolê. Baran diyar kir ku piştî vê telefonê wî agahî daye HDP'ê û piştî demekê polîsan careke din lê geriyane. Baran ragihand ku polîsan jê re gotine, 'Em ê têkildarî kesekî pirsê li te bikin' û got, li parkeke nêzî mala wan wan hevdîtine û li wê derê pêşniyara kar li wî hatiye kirin.

Ji rêveberên HDP'ê yên navçeyê Hîcran Yildiz jî anî ziman ku dema ji nexweşxaneyê derdiket polîs lê geriyan, jê re gotin 'îfadeya te heye' û bang lê kirin ku biçe Navenda Polîsan a Kiraç a Esenyûrtê, lê belê piştî axaftina destpêkê neçûye qereqolê, dûre çend carên din lê geriyane, di axaftina dawî de jê re gotine ku ji ber pirsgirêkek têkildarî birayê wê yê li leşkeriyê lê geriyane, lewma çûye qereqolê û bi polîsan re axiviye.

HAYA POLÎSÊ QEREQOLÊ JÊ NÎNE

Yildiz diyar kir ku dema çû qereqolê ji polîsê li ber derî gotiye ku ji bo îfadeyê bang li wê hatiye kirin, lê polîs jê re gotiye ku haya wê ji vê rewşê nîne, qeydeke bi vî rengî li gel wan nîne, lê belê piştre nûmareya telefonê ya lê geriya ye xwestiye, piştî ku li wê nûmareyê geriya ye, jê xwestiye ku biçe qatê 3'yemîn ê navenda polîsan.

Yildiz anî ziman ku ew mat ma ji ber ku haya polîsê li qereqolê jê tune bû û got, qatê 3'yemîn ê navenda polîsan ji aliyê şaxê TEM'ê ve tê bikaranîn, dema çû wê derê ew xistin odeyekê û du polîsan lêpirsîna wê kirin.

'JI BO EM LI SER PÊVAJOYÊ BIAXIVIN ME BANG LI WE KIR'

Hîcran Yildiz ragihand ku li odeya lêpirsînê du polîs ji bo pê re biaxive disekinîn, lê belê ne îfadeya wê girtin ne jî têkildarî birayê wê tiştek pirsîn û diyar kir ku polîsan jê re gotine 'Ji bo em li ser pêvajoyê biaxivin me bang li we kir'. Hîcran Yildiz anî ziman ku wê pirsî bê tiştek bi birayê wê hatiye yan na, jê re gotine 'Rewşa birayê te baş e, eger me ew negotibûya hûn nedihatin' û got, polîsan jê pirsîn ku li HDP'ê çi tê kirin, di civînan de çi tê axaftin, ji bo pêvajoya hilbijartinê plana çi dikin, piştgirî dane Îmamoglû yan na. Hîcran Yildiz destnîşan kir ku polîsan pêşniyara sîxuriyê lê kirin, wê ev qebûl nekir û li ser vê yekê qala gelek tiştên li ser jiyana wê ya taybet kirine.

PÊŞNIYARA PEREYAN KIRIN, BI KUŞTINA ZAROKÊ 6 SALÎ GEF XWARIN

Mûhammed Baran diyar kir ku polîsên bi telefonê pê re axivîn diyar kirin ku ew zanin rewşa wî ya aborî nebaş e, pêşniyara dayina pereyan lê kirin, gotin ku dikarin bikin ku zarokê wî yê 6 salî li dibistanên baştir bixwîne. Mûhammed Baran ragihand ku bi şev û roj bi taybetî li ser WhatsAppê lê geriyan, gef lê xwarin ku eger pêşniyara sîxuriyê qebûl neke wê wî û malbata wî ji hev dûr bixînin, zarokê wî bikujin û got, hin peyamên gefxwarinê hînê pê re ne û bi rêya parêzer wê gilî bike.

Hîcran Yildiz jî diyar kir ku ji ber nû zewicî ye deynê wan heye û polîsan pêşniyar kirine ku ew van deynan bidin û bikin ku pileya birayê wê li leşkeriyê bê bilindkirin.

Yildiz ragihand ku ew xwe ji bo ezmûnên zanîngehê amade dike, polîsan jî jê re gotine ku dikarin pirsên ezmûnê bidin wê, her wiha dikarin bikin ku li zanîngehê beşa dixwaze bixwîne û gotine, eger pêşniyara sîxuriyê qebûl bike wê ji aliyê madî ve ti pirsgirêkan nebîne.

Herdu rêveberên HDP'ê diyar kirin ku polîs bi deynên wan jî zanin, rewşa wan a bankayê jî zanin, her wiha liv û tevgera wan a li nava bajêr û derveyî bajêr zanin, li ser vê yekê hewl dane xwe nêzî wan bikin, lê ji ber ku pêşniyara sîxuriyê qebûl nekirine vê carê bi malbata wan gef li wan xwarine.