Sînorên Yekîtiya Ewropayê wê li parzemîna Emerîkayê girtî bimîne

Li gorî rojnameya New York Tîmesê, sînorên Yekîtiya Ewropayê ji 1'ê Tîrmehê û pê ve jî wê li welatiyên ji gelek welatên parzemîna Emerîkayê girtî bimîne.

Li gorî îdîaya rojnameyê, Yekîtiya Ewropa wê qedexeya li ser hatina welatiyên ji parzemîna Emerîkayê bidomîne, ku hefteyên dawî veguheriye navenda şewba Covîd-19.

Li gorî îdîaya New York Tîmesê, di hevdîtinên li nava Yekîtiya Ewropayê têkildarî welatên hatine welatiyên wan qedexe ye du lîste hatine amadekirin. Rojnameyê diyar kir ku di lîsteyan de Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) nîne.

Li DYE'yê heta niha 2.3 milyon mirov bi vîrûsa koronayê ketine û zêdeyî 120 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Lê belê hejmara nexweş û qurbaniyan li welatên Latîn Emerîkayê zêde dibe. Li Brezîlyayê nêzî 53 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, li Meksîkayê 23 hezar û 300 kesî, li Perûyê 8 hezar û 400 kesî, li Şîlî 4 hezar û 500 kesî û li Kolombiyayê jî 2 hezar û 400 kesî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan.