Sînem Mihemed: Pêwîstiya me ne bi nan û avê, bi çekan heye

Sînem Mihemed: Pêwîstiya me ne bi nan û avê, bi çekan heye

Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed, hat serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Kolnê, û got: "Pêwîstiya me bi nan û avê tune ye. Pêwîstiya me bi avê heye."

Greva birçîbûnê ya bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên hov a DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, li bajarê Elmanya Kolnê hatiye destpêkirin, berdewam dike. Greva birçîbûnê ya ji aliyê Kurdistaniyên li Eyaleta Rena Bakur a Elmanyayê (NRW) dijîn û dostên wan,  bi armanca piştgiriya bi berxwededana Kobanê re, di roja duyemîn dey. Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed,  hate serdana çalakgeran û spasiya wan kir.

Mihemed derbarê pêşketin û bûyerên li Kobanê de agahî da û wiha got: "Li Kobanê li dijî komkujiyan berxwedanek heye. Sedema ku heta niha Kobanê nehatiye dagirkirin, vîna berxwedanê ye. YPG û YPJ li Kobanê bi vîna mirov  li ber xwe didin. Heta ev vîna mirovan hebe, Kobanê nakeve destê wan. Bila dilê xwe xweş nekin. Ez bi aşkerayî li vir dibêjim."

Sînem Mihemed da zanîn ku ew li Cenevre, Strasbourg û Brukselê di asta navneteweyî de, ji bo mudaxeleya li dijî DAIŞ'ê, hewl didin û got: "Me li vir gelek hevdîtin pêk anîn. Me ji hêzên koalîsyonê çek xwestin, bi erênî nêzî vê daxwaza me bûn. Lê di pratîkê de tiştek nakin. DYA heta niha deverên 30 km ji Kobanê dûr in bombebaran dike. DAIŞ 4-5 km nêzî Kobanê ye. Lê wan çeperan bombebaran nake. Pêwîstiya me nan û avê tune ye, bi çekan heye."

Sînem Mihemed bang li hêzên Rojavayê Kurdistanê jî kir û da zanîn ku ger Kobanê bikeve, dê Hewlêr, Dihok û Amed jî ziyanê bibînin û xwest ku hemû hêzên Kurdistanê li Kobanê xwedî derkevin.

Di çarçoveya çalakiya greva birçîbûnê ya li ber Dêra Domê hatiye destpêkirin, stand têne vekirin û derbarê rewşa Kobanê de agahî didin. Di çalakiyê de wêneyên komkujiyên ku DAIŞ'ê kirine têne nîşandan. Ciwanên  Kurd jî heta niha bi hezaran belavok belav kirin.