BI DÎMEN

Şîlan Kobanê û hevalên wê li Hambûrgê hatin bîranîn

Şîlan Kobanê û hevalê wê yên ku sala 2004’an di encama komployekê de hatin qetilkirin, li Hambûrgê hatin bîranîn.

Rêveberên PYD’ê Şîlan Kobanî (Meysa Baqî), Zekeriya (Zekeriya Îbrahî), Fuat ( Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Alî) û Cwan (Hacî Cûma Alî) ên ku 29’ê Mijdara 2004’an di encam kemînekê de jiyana xwe ji dest dan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Demokratîk (NCKD) bi aktivîteyekî hate organîzekirin hatin bîranîn.

Aktivîtaya bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê ve despê kir. Berdevaka PYD’ê yê Hambûrgê Cîhan Fettah ewilê axivî û diyar kir ku bi şehîdan têkoşîn tê bilindkirin, bi xurtkirina xebata wê bibin laqîqî şehîdan. Fettah şervanê Elman Anton Leschek ê ku 24’ê Mijdara 2016’an de di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de li Minbicê jiyana xwe ji dest dabû jî bibîr anî û behsa aliyê enternasyonal a têkoşîna li Rojava jî birêve diçe kir.

Piştre jî Berdevkê PYD’ê yê eyaleta Hambûr- Kel Haydar Şêxo axivî destnîşan kir ku Şîlan Kobanê a ku di necam pîlana qirêj a hevkariya rejîma Baas û Tirkiyeyê ku li Mûsilê qetilkirin, wê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wan a şoreşgerî derbikevin.

Li ser navê Komîsyona Jinan a PYD’ê ya Hambûgê Heja Îbrahî axivî û destnîşan kir ku di asta ku têkoşîna azadiya jinê ya ku gihiştiyê bi saya hevalên mîna Şîlan Kobanê ku kedekî mezin ji bo artêşbûna jinê dayîn hatine van rojan û anî ziman ji bo ku weke jinên Ewropayê bibin layîqî vê kedê divê têkoşîna jina xurt û bilind bikin. Siyabent Yûsif ê li ser navê malbatê mafê axaftinê girt jî bal kişand ser rola Şîlan Kobanê û hevalê wê di avakirina PYD’ê de.

Aktivîte bi dirûşmên “Şehîd namirin” ve bi dawî bû.