Sîbel Çapraz ev 9 meh in li benda emeliyatê ye
Endama Meclîsa Bajêr a DBP'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz, ku bi fîşeka polîsan bi giranî birîndar bû û nikare milê xwe yê rastê bilivîne, ev 9 meh in li girtîgehê li benda emeliyatê ye.
Endama Meclîsa Bajêr a DBP'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz, ku bi fîşeka polîsan bi giranî birîndar bû û nikare milê xwe yê rastê bilivîne, ev 9 meh in li girtîgehê li benda emeliyatê ye.
Xwişka wê Sîbel Çapraz ji ANF'ê re axivî û diyar kir, rewşa xwişka wê ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin girantir dibe û xwest, derhal bê berdan.
Endama Meclîsa Bajêr a DBP'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz, di 27'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Geverê ku ji aliyê hêzên dewletê ve dor lê hatibû girtin, bi fîşeka polîsan ji nava xwe û milê xwe bi giranî birîndar bû. Çapraz rakirin Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Yuzuncu Yil a Wanê û 9 rojan li vir di komayê de ma. 15 caran Çapraz hat emeliyatkirin û di encamê de rûviyên wê ji nava wê hatin derxistin. Lê belê hê tedawiya wên eqediya bû, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin. Tevî ku Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) rapora "ji ber şert û mercên tenduristiyê nabe ku li girtîgehê bê girtin" da Çapraz jî, ew şandin Girtîgeha Tîpa R y Menemen a Îzmîrê û li hucreya yek kesî hate bicihkirin. Di encama hewldanên mezin de Çapraz sewqî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê hate kirin û ev 9 meh in li benda emeliyatê ye. Xwişka wê ya mezin Sîbel Çapraz da xuyakirin, ku rewşa tenduristiyê ya xwişka wê roj bi roj giran dibe û li bendê bû di rûniştina sêyemîn a 29'ê Mijdarê de ku li Dadgeha Ceza ya Geverê pêk hat, xwişka wê serbest bê berdan. Lê belê rûniştina dozê taloqî 28'ê Sibata 2017'an bû.
3 MEH BÛ 9 MEH!
Çapraz diyar kir, xwişka wê 9 meh in li benda emeliyatê ye û got, "Rûviyên Sîbel ji bo sê mehan ji nava wê derxistin, lê belê ji ber ku emeliyat nabe, ev 9 meh in li derve ne. Ev rîskeke gelekî mezin e, ji ber ku eger rûvî bi hev ve bizeliqin, wê nikaribe heta 2 salên din emeliyat bibe."
Sîbel Çapraz da xuyakirin, ku xwişka wê bi tena serê we nikare bijî, kîsê bi rûviyan ve hatiye girêdan ancax bi alîkariya hevalên wê yên li koxûşê dikare were paqijkirin û anî ziman, ku meqesa ji bo vekirina vî kîsî divê, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayê dayîn. Çapraz got, ji ber vê yekê devê kîs bi kêrê tê vekirin û girtin.
Sîbel Çapraz da zanîn, ji ber derba guleyê xwişka wê nikare milê xwe yê rastê bilivîne û anî ziman, ji bo milê wê yê rastê jî lazim e sê caran emeliyat bibe. Çapraz destnîşan kir, ku tevî pêwîstiya bi van emeliyatan jî li girtîgehê tê girtin, ev ne ya qebûlkirinê ye û got, "Hem birîndar dikin, hem jî digirin. Ev yek ne ya fêhmkirinê ye. Gelo xwişka min çi kiriye, ku niha li girtîgehê ye? Kesek kuştiye? Çi kiriye?"
DIVÊ SIBEL NE LI GIRTÎGEHÊ BE, LI NEXWEŞXANEYÊ BE!
Çapraz ragihand, ku ji bo balê bikişîne ser rewşa xwişka xwe wan serî li Parlamenta Ewropa (PE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê dane û xwest, xwişka wê derhal bê berdan. Çapraz diyar kir, endoskopiya wê li nexweşxaneyê ji bo Sîbel bihata kirin, bi zanebûn di roja dadgehê de hatiye bicihkirin û got, "Cihê Sîbel ne girtîgeh e, nexweşxane ye. Ev 9 meh in li benda emeliyatê ye û rûniştina dadgehê sê mehên din hat taloqkirin. Gelo cihê vê yekê di kîjan wijdanî de heye? Êdî bes e ji vê zilmê re. Ji bo emeliyat bibe, bila serbest bê berdan."