SGDF'ê li dijî komkujiyan dest bi greva birçîbûnê dike
Endamên SGDF'ê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, dest bi greva birçîbûnê dikin.
Endamên SGDF'ê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, dest bi greva birçîbûnê dikin.
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) da xuyakirin, ku ew ê li hemberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên dewletê ve tên kirin dest bi greva birçîbûnê bikin.
SGDF'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê, ji bo gelan teslîm bigirin, serî li komkujiyan dane.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bombeyên li Pirsûs û Enqereyê teqiyan, dagirkeriya bi tank û topan a çeteyên qesrê bi mehan e li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silopiya dewam dike û qetilkirina pitik Mîray nîşan didin ku Qesr wê nesekine."
'GELÊ KURD LI BER XWE DIDE Û QEZENC DIKE'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Li dijî komkujiyên ji aliyê qesrê ve tên kirin, gel li ber xwe didin. Ciwanên li ber xendekan li ber xwe didin, mirovên mal û xaniyên xwe naterikînin, jin, zarok, extiyar, ciwanên li dijî qedexeyan dadikevin kolanan, rê nadin çeteyên qesrê. Di serî de ciwan tevahiya gelê Kurd bi berxwedanê re mafê xwe yê jiyanê diparêze û qezenc dike."
SGDF li ser biryara xwe ya greva birçîbûnê ev agahî da: "Em weke zarokên Gezî, ji 7'ê Çileyê roja Pêncşemê û pê ve, ji bo destekkirina grevab birçîbûnê ya Elewiyan dane destpêkirin, ji bo 2 rojan dikevin greva birçîbûnê. Û vê gotina ku ji aliyê gelê Elewî ve gelek caran tê bikaranîn ji xwe re dikin şiyar: 'Roja ku mezlûm hesab pirsî, wê ji roja ku zalim zilmê dike dijwartir be'. Ev zalim niha Qesr û hikûmeta AKP'ê ye." SFDF'ê herî dawî berxwedêr silav kir û banga piştgiriya berxwedanê li her kesî kir.