Sezen Aksu: Beriya tirkbûnê ez mirovim

Sezen Aksu: Beriya tirkbûnê ez mirovim

Hunermend Sezen Aksu di çarçoveya turneya xwe ya Ewropayê de duh êvarê li bajarê Dusseldorf a Almanyayê konserek da.

Hunermend Sezen Aksu bi stranên xwe gel çoşand û bi awayekî girtî peyama aştiyê da.

Sezen Aksu ku ev demek li Ewropayê li bajarê cuda konseran dide, duh êvarê li bajarê Dusseldorf a Almanyayê konserek da.  Li Salona Mîtsubîshî Electrîc konser hat dayîn û 4 hezar kesî konser temaşe kir.  

Sezen Aksu ku bi orkestra xwe ya qelebalix derket ser dîkê, hezkiriyên muzîkê coşand.  

Aksu ligel stranên xwe yên ku gel mest kir, peyama aştiyê jî da.

Aksu da zanîn ku gel êdî diçe fezayê û got: “Em hêj bi çi re mijul dibin.  Çima ev şer, çima ev pevçûn.  Tu kî ye, Ez kî me?” Li ser vê gotina Aksu, girseyê bi yek dengî got ‘Tu tirkî’.

 Aksu jî wiha got: “Destpêkê ez mirovim.  Ya girîng eve.  Ez ketime herême cîhanê.  Li wir jî ez tirk bûme.  Min ev ne hilbijart. Lê ez hez dikim. Xwedî lê derdikevim.  Ez çi bikim ev kismetê min bû.  ez li hemberî kismet û nasnameya kesên din jî rêzdarim. “