Seyîd wê her tim di nava me de be, bi me re be

Medya Kurd wê bêyî Seyîd Evran nebe. Mîna Gûrbetellî Ersoz, Halîl Dag, Mehmet Şenol, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat wê Seyîd Evran jî di nava me de be, her tim bi me re be, rê nîşanî me bide.

Mîna tembûrê bi xweşî û bi dilşewat em dest bi rojê dikin / Û mîna stranekê bi dilgermî

Em zanin ku bi zimanê ronahiyê wê ew berbang çiyê bihejîne

Wê ji yên ku xwe li tarîtiyê sitirandiye destpê bike...

Ev hevok ên helbestvan Adnan Yucel e. Hevalê me yê rojnamevan Seyîd Evran ku me ew di 22'ê Îlonê de ji dest da, helbestvanê Kurd ê ji Xarpêtê Adnan Yucel ji Zanîngeha Çûkûrovayê nas dikir. Seyîd dema ku li wir xwendekar bû beşdarî hin dersên Adnan Yucel bûbû. Seyîd gelekî ji Adnan Yucel û helbestên wî hez dikir û timî bi bîr dixist.

Seyîd Evran li vê derê gelek mirovên hêja nas kiribû. Bêguman a sereke jî şoreşgera nemir Gûrbetellî Ersoz bû.

Seyîd Evran dema ku li Zanîngeha Çûkûrovayê dest bi xwendinê kir, Gûrbetellî Ersoz a mezûna beşa kîmyayê li heman zanîngehê li qada 'hawirdor û enerjiyê' lêkolîner bû. Gûrbetellî li vê derê di sala 1989'an de hate girtin û ew xistin girtîgehê. Gûrbetellî sala 1993'an ji girtîgehê derket û li rojnameya Ozgur Gundemê weke Berpirsyara Weşana Giştî dest bi kar kir. Wê demê Seyîd Evran jî xwendina Zanîngehê qedandibû û weke ciwanekî polîtîk vegeriya bû warê xwe. Seyîd bêyî ku navberê bide li heman rojnameyê dest bi rojnamevaniyê kir. Piştre jî rojname hate bombekirin. Ji ber êrîşên dewletê derfet nemabû ku rojnamevanî bê kirin, lewma jî Gûrbetellî sala 1995'an berê xwe da çiyê ku 'dilê xwe lê neqişandibû'. Seyîd Evran û gelek ên mîna wî jî heman tişt kirin. Gûrbetellî Ersoz 7'ê Cotmeha 1997'an li çiyayê Garê di kemîneke PDK'ê de hate qetilkirin. Seyîd Evran û hevalên wî di rojeke payîzê de ev agahî li çiyayên Amedê ji radyoyê bihîstin.

Seyîd rêwîtiya xwe dewam kir. Sala 1999'an derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Li vê derê çend salan bi rengekî çalak karên rojnamevantiyê dewam kir. Di vê demê de wextekê li Rûsyayê û welatên Sowyet a berê ma. Li vir karekî bêhempa kir. Ji nûçeyên Seyîd ên li vê derê têkildarî rewşa heyî û rabirdûya Kurdên Sowyetê em hînî gelek tiştan bûn. Herî dawî dema ku em pê re li ser vê mijarê axivîn qala Qebîleyeke Kurd dikir ku ji welatên Kafkas koçî Çînê kiriye. Hîn jî li pey wê meseleyê bû ku beriya 20 salan bihîstibû. Ji ber ku dem û derfetên wî nebûn, nekarî biçe Kurdên li wê derê bibîne. Hêvîdarim yek ji me wê vê nûçeya ku Seyîd emanetî me kiriye temam bike.

Cara yekemîn di sala 2008'an de me li Biradostê Seyîd Evran rû bi rû dît. Wê demê em ji bo ROJ TV dixebitîn û ji bo hin bernameyan amade bikin em çûbûn Başûrê Kurdistanê. Li vê derê nêzî mehekê em bi hev re man. Em bi hev re eriyan. Seyîd ji rêyeke gelekî dirêj hatibû. Li pişta wî bîranînên gelek mirovan hebûn ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Bêrawestan ev bîranîn dinivîsand, qalê dikir, ji bo neyên jibîrkirin çi jê dihat dikir. Ji xwe Seyîd Evran yek ji endamê wê komê bû ku bîranîn, lênûskên bi sedan gerîlayên şehîd bûn komî ser hev kir û veguherand pirtûkek ji çar bergan. Bi rojan, bi mehan gav bi gav li çiyê, li deştan geriya, li hezaran mirovî guhdarî kir, bûn hevparê bîranînên wan û ew bi bîr anî. Seyîd endamê sereke yê vê komê bû.

Piştre sala 2011'an dema ku li Sûriyeyê şerê navxweyî destpê kir, Seyîd berê xwe da vê derê. Derbasî Rojava bû. Piştre jî derbasî xeta Efrîn-Helebê bû û li ser bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin medya Kurd a azad xwedî kir. Her kesî bi agahiyên giştî şîrove li ser şerê li Sûriyeyê dikir, lê belê Seyîd bi xwe li qadê bû û rewşa li wir vegot. Mînak; Seyîd bi berfirehî qalê dikir ku rêxistinên cîhadîst ên li Sûriyeyê bi çi rengî xwe bi rêxistin dikin, têkiliyên wan ên herêmî û xwecihî çi ne, armanca wan çi ne, bi kê re di nava têkiliyan de ne. Agahiyên ku dibihîst û piştrast dikir, ti carî ji bîr nedikir. Carna dema ku ev kom analîz dikir, bi rengekî balkêş detayên berfireh dida. Bi taybetî jî yek ji wan rojnamevanan bû ku destpêkê bi têkiliyên bi rêk û pêk ên van rêxistinên cîhadîst ên bi Tirkiyeyê re hesiya û ji raya giştî re ragihand.

Ne tenê li ser bûyerên leşkerî û siyasî yên li herêmê, Seyîd Evran her wiha bi ser mijarên çandî, civakî jî dadiket. Ji ber karakterê xwe giranî dida ser mijarên civakî. Bi rêya bi sedan nûçe û gotarên li Efrîn, Heleb û Şehbayê amade kir, bû wesîle ku em wan deveran hîn baştir nas bikin. Mînak; rojnamevanê ku gora Doktor Nûrî Dersimî ya li navçeya Şera ya Efrînê bi berfirehî dîmenê wê kişand û kir nûçe Seyîd Evran bû.

Piştî Efrînê li herêma Cizîrê ya Rojava kar kir. Sala 2016'an dema ku ji ANF'ê re dixebitî, me demeke dirêj bi hev re derbas kir. Heman salê yê ku em li gel hevalê xwe yê rojnamevan Dogan Çetîn bir Şengalê Seyîd bû. Ew bi xwe berê gelek caran çûbû wê derê, dema ku em çûn jî rê û têkilî hemû zanîbû. Şengal wê demê di pêvajoyeke zor û zehmet de bû. Operasyonên li dijî DAÎŞ'ê dewam dikirin. Wê demê hevala me ya rojnamevan Nûjiyan Erhan jî li Şengalê kar dikir. Demeke kurt piştî ku em vegeriya, Seyîd Evran vê carê agahiyeke dilşewat ji me re ragihand. Nûjiyan di encama êrîşa hêzên çekdar ên PDK'ê de hatibû qetilkirin.

Seyîd piştî demekê hat Başûrê Kurdistanê. Em jî li navenda ANF'ê dixebitîn. Seyîd Evran li vê derê bi berpirsyariya ANF'ê rabû. Li ofîsên ANF'ê yên li Kerkûk û Silêmaniyeyê em bi mehan bi hev re xebitîn. Seyîd karê li vê derê heta sala 2021'ê dewam kir. Hevalê me Karwan Hewreman ku servîsa Farsî ya ANF'ê koordîne dikir û Seyîd Evran li heman qada kar bûn. Pirsgirêka dil a Karwan hebû û rojê çend caran Karwan ji Seyîd re digot, Seyîd jî ji Karwan re digot ku 'divê li tenduristiya xwe baldar bin', hevdu rexne dikirin. Hevrêtiya Karwan Hewraman û Seyîd Evran hêjayî mînakê bûn. Mixabin me Karwan jî beriya pênc mehan ji ber krîza dil ji dest dan. Mirov nikare bi gotinan îzah bikin bê Seyîd çiqasî li ber ket.

Seyîd Evran rojnamevaniyeke welê li Rojava û Başûr kir ku mînakeke xwe nîne. Ne hêsan e ku mirov li ser her mijarê û ji her derdorê nûçeyan berhev bike û dema ku vê dike jî rotaya xwe ya îdeolojîk-polîtîk biparêze. Rojnamevaniya bi vî rengî li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê zehmet e. Seyîd yek ji rojnamevanên ku kariye vê yekê bi ser bixe. Seyîd Evran dema ku pîşeya xwe dimeşîne dizanibû kîjan xetê temsîl dike û her kes dibû heyranê vê helwestê.

Seyîd Evran wek rojnamevanekî şoreşger û rewşenbîr şopa xwe hişt. Seyîd têr û tijî jiya û di gelek demên zehmet re derbas bû. Wî çiya, çem, sînor û artêşên hov derbas kir û meşiya. Ji bo bi sedan rojnamevanên ku di medyaya Kurdî ya azad de perwerdehî dîtine kedeke mezin da, ezmûna xwe bi wan re parve kir û ji wan re bû mînak. Ew bû şahidê êşên mezin, wêranî û windahiyên mezin. Yekî ji wî hilneweşand. Bi kesên ku li dijî barbariyê destan dinivîsandin re hevrêtî dikir û jiyana wan tomar dikir. Ne mimkûne ku bê Seyîd mirov medyaya Kurdî bîne bîra xwe. Lê ji xwe çapemeniya Kurd bêyî Seyîd Evran nabe. Weke Gurbetellî Ersoz, Halîl Dag, Mehmet Şenol, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat û gelekên din, Seyîd Evran jî wê her tim di nav me de be, bi me re be û her tim rêberiya me bike...