Seyîd Riza li Kadikoyê hate bibîranîn: Lêborînê bixwazin
Di salvegera 82’an a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî li Kadikoyê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.
Di salvegera 82’an a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî li Kadikoyê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.
Seyîd Riza û hevrêyên wî bi çalakiyeke ya bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) û Federasyona Yekîtiyên Dersim a Demokratîk ên Ewropayê (ADEF) hatin bibîranîn.
Bîranîna ku li Qada Îskele ya Kadikoyê hate kirin Parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglû û gelek nûnerên partî û rêxistinên demokratik amade bûn.
Li qadê pankarta bi nivîsa ‘Me ti tiştek ji bîr nekiriye, em tiştekî jî efû nakin’ hate vekirin û 37-38 find hatin pêxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê desteya rêveber a DEDEF’ê Hasan Şen axivî û diyar kir ku polîtîkayên asîmlasyon ên Qetlîama Dersimê bi şewitandina daristan, desteserkirina qeyûman dewam dike. Piştre li ser navê DEDEF û ADEF daxuyaniyek hevpar Ûlaş Yegîn da.
Yegîn anî ziman ku di serî de Seyîd Riza jî di nav de rûspiyên gel ên piştî bi fêlbaziyê hatin qetilkirin û şûnde li dijî gel êrîşekî dijwar a li ti deverên dinê nehatî dîtin hate kirin û qirkirin hate kirin.
Yegîn daxwazên DEDEF û ADEF rêz kir:
“Bila arşîv bên vekirin û navê Dersimê lê bê vegerandin.
Lêborîn ji gelê Dersimê bê xwestin.
Lîsteya sirgûn, winda û zarokên dayîne malbatên cuda bên eşkerekirin.
Gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên diyarkirin.
Azadiya ji boz iman baweriya me ya Kizilbaş a Elewî bê naskirin
Projeyên bendavê yên li Mûnzûrê bên betalkirin.”